ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-01-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-01-2022
2 ÇILE, 2022   00:00

-Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 90'î de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar û rewşenbîran pêwîstiya xurtkirina pergala xweparastinê li Bakur û Rojilatê Sûriyê destnîşan kir. Her wiha bang li xelkê herêmê kir ku pişta xwe nede hêzên derve "Ji ber ku dê rê li pêşiya tunekirina destkeftiyan veke ku ji destpêka şoreşê di 19`ê Tîrmehê 2012`an ve hatine bidestxistin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundewarên Zirganê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin û gotin, ew li gundên xwe dimînin û bi axa xwe ve girêdayî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê piştgirî da berxwedana Kobanê ya li dijî dagirkeriyê û bang li civata navneteweyî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erka xwe rabe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîda Rûstem Cûdî (Mexmur), Seîd Çomlek diyar kir ku ambargoya ku PDK dijî wargehê kiriye meriyetê hê jî didome û got: "Siyaseta PDK'ê xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa dawî ya dagirkeriya Tirk a li dijî ciwanên li Kobanê gotin: " Ev êriş plankirîbû. Di radeya yekemîn de li dijî  Rêveberiya Xweser, projeya neteweya demokratîk û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi pêşengtiya ciwan û jinan bûn." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

Nûnerê taybet ê berê yê DYA'yê Sûriyê James Jeffrey di bernameyeke televîzyoneke PDK'ê de got çeteyên dewleta Tirk di Cotmeha 2019'an de li Girê Spî û Serêkaniyê sûcên şer kirine. Wî got wan delîlên zelal pêşkêş kirin li ser tawanên şerî li dijî wan û hingê hinek hatine lêkolînkirin û komeke mîlîtanan ji aliyê rêveberiya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ve hatine cezakirin. Jeffrey çima niha van agahîyan parve dike?

CÎHAN

- Xeta kehrebeyê bi Lubnanê re ezmûna derfetên Sûriyê piştî şer e, di heman demê de hêzên ewlehiyê yên Tunisê cîgirê serokê tevgera Nehda Nûredîn Bihêrî girt. (BI WÊNE).

- Gelek çavdêr, hilbijartina Îbrahîm Reîsî ji bo serokatiya Îranê wekî guhertineke zelal di stratejiya nûkleerî ya Îranê de şîrove dikin, lê tiştê ku qewimî hinek nermbûna ku serokomarê berê Hesen Rûhanî bi kar anî, bê veger ma. Lêkolîner Michael Rubin gihaştina peymaneke nû ya nûkleerî dûr xist û got, dibe ku derfetên girtina tedbîrên yekalî zêde bibin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Bi însiyatîfa ciwan û Şaredariya Gel a Girkê Legê, herêma Dehlê ya li nêzî gundê Qerxo yê bakurê rojavayê navçeya Girkê Legê ji bo şêniyên herêma Cizîrê veguherî devereke geşt û seyranê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA