Lêkolînerek têkildarî danûstandinên nukleerî yên Îranê: Dibe ku tedbîrên yekalî zêde bibin

Gelek çavdêr, hilbijartina Îbrahîm Reîsî ji bo serokatiya Îranê wekî guhertineke zelal di stratejiya nûkleerî ya Îranê de şîrove dikin, lê tiştê ku qewimî hinek nermbûna ku serokomarê berê Hesen Rûhanî bi kar anî, bê veger ma. Lêkolîner Michael Rubin gihaştina peymaneke nû ya nûkleerî dûr xist û got, dibe ku derfetên girtina tedbîrên yekalî zêde bibin.

Lêkolînerek têkildarî danûstandinên nukleerî yên Îranê: Dibe ku tedbîrên yekalî zêde bibin
2 ÇILE, 2022   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN- GÎVARA ŞÊX NÛR

Piştî bendewariyan, gera heftemîn a danûstandinên nukleerî yên Îranê li Viyanayê dest pê kir. Gelek çavdêran hilbijartina Îbrahîm Reîsî ji bo serokomariya Îranê wekî guhertineke eşkere di stratejiya nukleerî ya Îranê de bi nav kir. Lê di rastiyê de, stratejiya Tehranê li Viyanayê guherî, ev stratejî ne wekî ku welatên rojavayî û erebî û Îsraîlê difikirin, ku Tehran nêzîkatiyeke nû pejirand û xwest ku rojava neçar bike ku şertên Îranê ji bo "lihevkirineke baş" bipejirîne.

Eşkere ye ku hinek nermbûna ku serokomarê berê Hesen Rûhanî bikar anîbû, bê veger ma, ji ber ku dane nîşan didin ku Murşidê Bilind Ayetullah Xaminî rasterast danûstandinên nukleerî yên Îranê bi rojava re birêve dibe, ku daxwazên wî li ser rakirina tam a cezayan, lêkolînkirin û garantîbûnê ne.

Xaminî gelek caran teqezî li ser wê yekê kir ku "Îran ji bo vegerê li peymana nukleerî lezê nake" û vegerandina Amerîkayê ji vê peymanê tenê li ser kaxezê têrê nake.

Wezîrê Derve yê Îranê Emir Ebdullahiyan di pêwendiyeke telefonê de ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got “Tîma danûstandinan a Îranê bi insiyatîf û desthilata pêwîst di van danûstandinan de amade ye û bi cidî kar dike ku bigihe peymaneke baş", da zanîn ku nebûna insiyatîfan ji aliyê rojava  ve yek ji sedemên derengxistina pêşketina danûstandinan e."

Ebdullahiyan her wiha got ku welatê wî ligel Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî gihaştiye "lihevkirineke baş" ku dê hin metirsiyên der barê bernameya etomî ya aştiyane ya Îranê de çareser bike û alîkariya berdewam û bihêzkirina hevkariyên bi ajansê re bike.

Gelek pispor di wê baweriyê de ne ku danûstandinên nukleerî ji serketinê dûr in û sedema vê yekê spartin helwesta hişk a Îranê. Di vê çarçoveyê de lêkolînerê amerîkî yê li Enstîtuya Enterprise ya Amerîkî (AEI) Michael Rubin dixebite ji ajansa me re axivî û got: "Tu derfeta serkeftina danûstandinên nukleerî tune ne. Em bi lez nêzî xala biryargirtinê dibin ku hewce dike Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li dijî bernameya nukleerî ya Îranê tevbigere an na, yan dê hemû pêbaweriya xwe winda bike."

Rubin bi domdarî got: "DYA`yê dê tiştek neke. Di dawiyê de serok Biden û nûnerê taybet Rob Malley hesab dikin ku divê DYA`yê lêçûna nukleerî ya Îranê qebûl bikin. Dibe ku welatên din ên herêmê bi vê yekê razî nebin, bi taybet Erebistana Siûdî û Îsraîl, ji ber vê yekê ez texmîn dikim ku her roj derfeta pêkanîna çalakiyên yekalî zêde bibe."

Ji aliyekî din ve di raporeke amerîkî de hat diyarkirin ku Îsraîl di nava du hefteyên derbasbûyî de agahiyên îstixbaratî bi rêveberiya Amerîka û gelek hevpeymanên ewropî re parve kiriye ku Îran gavên teknîkî davêje ji bo xwe amade bike da ku uranyumê heta asta ji sedî 90 paqijiyê zêde bike. Ev yek dê bihêle ku Îran di çêkirina bombeya nukleerî de pêşve biçe.

Peymana nukleerî ya ku ji nû ve li Viyenayê tê gotûbêjkirin, asta paqijiya ku Îran bi wê dikare uranyumê dewlemend bike ji sedî 3.67 sînordar dike, ku ji sedî 90 ya ku ji bo çekan hewce dike pir kêmtir e, yan jî ji sedî 20 ku Îranê berî peymanê gihandiye. Îran niha uranyumê di astên curbecur de dewlemend dike û ji sedî 60 derbas dike.

Di demekê de ku ev civîn tên lidarxistin, Îsraîl di iqnakirina Washingtonê de berdewam e ku der barê bernameya nukleerî ya Îranê de tedbîrên hişk bigire.

Lê belê, rêvebirê CIA William Burns got, DYA`yê tu delîl nedîtine ku Îran biryarek ji bo peydakirina çeka nukleerî daye.

Burns destnîşan kir ku CIA tu delîlan nabîne ku murşidê  bilind biryara derbasbûna çekên nukleerî daye.

Rojnameya "The Jerusalem Post" ya  îsraîlî demek berê, di raporekê de ragihand ku eger danûstandin bi ser nekevin, artêşa Îsraîlê amadekariya plana B dike. Ev plan vebijêrka leşkerî ye, di vê çarçoveyê de, artêş bi berdewamî karînên xwe pêşde dibe, ger şert û merc hewce bike êrişeke leşkerî li ser Îranê bike.

Der barê derbeyên muhtemel ên Îsraîl li dijî Îranê de, Michael Rubin ji ajansa me re got: "Fermandarên Îranê, Îsraîl ji mantiqa nefreta olî ya ji cihûyan û nêzîkbûna îdeolojîk a bi filistîniyan re dûr dixe. Dijminatiyeke wiha îdeolojîk a Îsraîl li hemberî Îranê nîne, tenê xema Îsraîlê bernameya nukleerî ya Îranê ye û baweriya Îsraîlê ya ku Pasdarên Îslamî dikare çekên nukleerî li dijî Îsraîlê bikar bîne."

Têkildarî asta hewldana Îranê ya bidestxistina çekên nukleerî, lêkolerê amerîkî destnîşan kir ku Tehran hewl dide  bi kêmanî şiyana çêkirina çekên nukleerî bi dest bixe.

Rubin gumanên xwe yên li ser aştiyanebûna dosyaya nukleerî ya Îranê anî ziman û got: "Bernameya nukleerî ya Îranê ne xwedî wateyeke aborî ye. Dê erzantir be ku gazê ji welêt re dabîn bke. Tu wateya ewlehiya enerjiyê tune ye, ji ber ku Îran bi qasî 15 salan uraniyuma têra xwe derxistiye heta ku bernameya sivîl bimeşîne. Di heman demê de têra wê petrol û gaz heye welêt heta zêdetirî serdemekê li ser lingan bihêle. Ya din ajansa eneriya atom a navneteweyî, Îran zeft kir dema ku seriyekî şer dîzayn dikir."         

(dx)

ANHA