Seîd Çomlek: Tu sedem ji ambargoyê re tune ye

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Penaberan a Şehîda Rûstem Cûdî (Mexmur), Seîd Çomlek diyar kir ku ambargoya ku PDK dijî wargehê kiriye meriyetê hê jî didome û got: "Siyaseta PDK'ê xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike."

Seîd Çomlek: Tu sedem ji ambargoyê re tune ye
2 ÇILE, 2022   04:17
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Şêniyên Wargeha Mexmûrê ji 28 salan ve, bi êriş û binpêkirinên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû dimînin. Di van demên dawiyê de hikumeta Iraqê jî dixwaze heman siyasetê pêk bîne.

Di wargehê de niha derdora 12 hezar kes hene û li cem Neteweyên Yekbûyî (NY) wek penaberên siyasî hatine tomarkirin. Di salên 90’i de dewleta tirk li bakurê Kurdistan siyaseta kuştin, girtin, gund şewitandin bi her awayi pêk anî. Di ancama vê siyasetê de bi hezaran xelkê bakurê Kurdistan berê xwe dan başûrê Kurdistan. Di encama vê koçberiyê de wargeha penaberan Mexmûrê hat avakirin.

Wargeha Mexmûr girêdayî Komseriya Bilind a Kar û Barên Koçberan a NY`yê ye. Lê desthilatên Başûrê Kurdistanê ji Tîrmeha 2019`an ve ambargoyeke giran li ser ferz kiriye. Ruxmî wê jî komseriyê tu helwestek li hember vê yekê nîşan nedaye. Berovajî wê, Nivîsgeha Komseriyê ya li Iraqê di 27`ê Kanûnê de, piştî ku xelkê wargehê nehişt hêzên Iraqê dora Wargehê bi têlê sûr bikin, malpera wargehê li ser înternetê qedexe kir.

Her wiha beriya çend rojan jî û bê agahdarî, hêzên Iraqê hewl dan dora wargehê bi têlê sûre bikin. Niştecihên wargehê nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.

Wargeha Mexmûrê ji aliyê rêveberî ve, girêdayî parêzgeha Neynawa ya Musilê ye. Ji 18`ê Çileya 2017`an ve, wîsayeta desthilatên Başûrê Kurdistanê li ser nemaye. Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê şaxê Iraqê di Tîrmeha 2019`an de, nasname ji wan re çêkirin. Li gorî wê niştecihên wargehê dikarin bi rihetî di nava Iraqê de bigerin.

/kr/uploads/files/2022/01/01/193833_-.webp

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Şehîd Ristem Cûdî (Mexmûr) Seîd Çomlek diyar kir ku niştecihên wargehê ji 28 salan ve, di şert û mercên dijwar de dijîn û wiha domand: “Piraniya niştecihên wargehê rojane debara xwe dikin. Ji ber wê rojane berê xwe didin herêmên girêdayî hikumeta navendî mîna Musil, Bexda û Besrayê.”

Seîd Çomlek diyar kir ku piştî ku desthilatên PDK`ê di Tîrmeha 2019`an de ambargoyeke giran li wargehê ferz kir, xelkê wargehê berê xwe dan herêmên hikumeta navendî û wiha pê de çû: “Beriya ambargoyê, şêniyên wargehê ji ber ku nêzî wargehê ye diçûn Hewlêrê da ku debara xwe peyda bikin. Lê piştî ambargoyê, neçar man biçin herêmên hikumeta navendî. Ev yek barên wan girantir kirin.”

Çomlek behsa encamên ambargoya berdewam a li ser wargehê kir û got: “Tevî ku desthilatên PDK`ê nehiştin xelkê wargehê derbasî herêmê bibin, nahêle nexweş jî derbas bibin, gelek sivîlan li ser bendên kontrolê yên PDK`ê jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan xelkê wargehê bê sedemeke diyar hatin girtin. Heta nahêle madeyên xwarin û tenduristiyê derbasî wargehê bibin. Ev yek bi awayekî neyînî bandor li rewşa jiyanî û tenduristî ya wargehê kir.”

`EM NIZANIN ÇIMA PDK`Ê VÊ SIYASETÊ LI DIJÎ ME DIMEŞÎNE`

Seîd Çomlek wiha berdewam kir: "Li ser bendên kontrolê yên PDK`ê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da û jinên ducanî pitikên xwe winda kirin. PDK nahêle xelkê wargehê derbasî herêmên di bin kontrola wê de bibin. Em nizanin çima vê siyastê li dijî me dimeşîne. Tu hnicet tune ne ku siyasetên PDK`ê rewa bikin. Xelkê wargehê, li ser PDK`ê xeteriyê çênakin û tiştek li dijî ewlehiyê wê nekirine."

Seîd Çomlek da zanîn ku PDK bi fermanên dewleta Tirk a dagirker vê siyasetê dimeşîne ku hertim wargehê bi rêya dronan û balafirên şer dike hedef. Çomlek daxuyand ku siyasetên PDK`ê ajande û berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker pêk tînin.

REWŞA HEYÎ YA WARGEHA MEXMÛRÊ

Sedî Çomlek destnîşan kir ku hêzên hikumeta Iraqê bi hinceta şerê li dijî DAIŞ`ê niha li herêmê çalak in û diyar kir ku ev tevger bi guman in. Çomlek wiha berdewam kir: “Dema PDK siyastekê li dijî niştecihên wargehê dimeşîne, êriş li dijî herêmê pêk tên û hêzên Iraqê li herêmê çalak dibin. Yanjî şêniyên wargehê tên revandin an kuştin û ev êriş bi DAIŞ`ê ve tên girêdan.”

Çeteyên DAIŞ`ê 3`yê Kanûnê êrişî Mexmûrê kir û di encamê de 13 kes şehîd bûn û 5 kes birîndar bûn. Girêdayî mijarê Çomlek got: “Piştî êrişan, hêzên Iraqê li herêmê bi cih bûn. Di 37`ê Kanûnê de saet di 09:30`an de bê hişyarî hêzên iraqî tevî çek û cebilxane derbasî wargehê bû û bi xwe re têl anîbûn, da ku dora wargehê bi têlê sûr bikin. Niştecihên wargehê ji vê gavê nerazî ne.”

Seîd Çomlek diyar kir ku hêzên Iraqê israr dikin ku dora wargehê têk bikin û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Em niştecihên wargehê li dijî van hewldanan e. Em li dijî têlkirina wargehê ne. Ev yek li gorî perspektîfên PDK û dewleta Tirk pêk tên. Kiryarên hikumeta navendî yên ne qanûnî ne û bi zextên Tirkiyê têne kirin.”

Çomlek da zanîn ku piştî şêniyên wargehê li dijî biryara têlkirina derketin, Nivîsgeha Komseriya Bilind a Penaberan a li Iraqê malpera wargehê ya li ser înternetê cemidand. Çomlek ev agahî parve kir: “Niştecihên wargehê bi rêya vê malperê dengê xwe digihand derve. Di 30`yê  Kanûnê de nivîsgehê cemidandina malperê vekir. “

Çomlek destnîşan kir ku desthilatên Iraqê niha hewl didin ji nû ve nasnameyên iraqî ji niştecihên wargehê re çêke da ku sîfeta siyasî li ser penaberan rake û ev xal zelal kir: “Em vê yekê red dikin. Berê jî desthildatên Iraq û PDK`ê ev hewldan kir û me jî bi tundî red kirin. Ew armanc dikin doza me ya rewa tune bikin. Me berê jî qebûl nekir û em niha jî qebûl nakin. Madem em ji warên xwe dûr in, em ê bi vê nasnameya siyasî bijîn. Kengî em vegerîn, wê demê em ê dev ji vê sîfetê berdin.”

Çomlek hişyarî da ku gelek hemle li dijî niştecihên Wargeha Mexmûrê tên kirin. Her wiha piştrast kir ku ewlehî û istiqrar li wargehê heye, li ser ewlehiya Iraqê ne xeter in. Her wiha bang li gelê Kurd, rêxistinên mirovî û Başûrê Kurdistanê kir ku rewşa wargehê bişopînin û alîkariya wan bikin.

(şx)

ANHA