Fermandarên QSD: Bi piştevaniya gelê şoreşger wê herêmên dagirkirî rizgar bikin

Fermandarên QSD’ê gotin: "Sekna şêniyên herêmê sekna berxwedanê ye, bi piştevaniya gelê şoreşger a bi hêzên leşkerî re dê herêmên dagirkirî werin rizgarkirin."

Fermandarên QSD: Bi piştevaniya gelê şoreşger wê herêmên dagirkirî rizgar bikin
23 mijdar, 2021   17:17
HESEKÊ

Digel êriş, gef û astengiyên li dijî herêmê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve Hêzên Parastina Civakê (HPC) bi hevkariya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ya girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) rêzecivîn ji şêniyên Til Temir û bajarokên wê re hatin lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/11/23/162110_dsc_0222-28kbyr29.webp

Beriya du rojan civîn li herêma çiyayê Kizwanê dest pê kirin, herî dawî du civîn li navçeya Til Temir û gundê Til Nesrî ya li başûrê navçeyê hatin lidarxistin. Civîn bi beşdariya endamên rêveber ên Hêzên Parastina Civakê, fermandariya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, girseya şêniyên herêmê, rûspî û pêkhateyên wê hatin lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/11/23/162033_mzkyn-sry-kanyh-28kbyr29.webp

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre yek ji fermandarên HPC'ê Mizgîn Ehmed axivî û bal kişand ser rewşên siyasî û leşkerî yên li herêmê, dorpêç û astengiyên li hember şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Mizgîn Ehmed behsa rewşa li herêmê kir û wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin şêniyên herêmê yên resen koçber bikin, mîna çawa li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kirine, her wiha armanc dike şêniyên herêmê yên resen qir bikin."

Berpirsa HPC'ê Mizgîn Ehmed wiha domand: "Kombûna şêniyên herêmê û sekna wan bi yek rihî tê wateya şerê gel ê şoreşgerî û piştgiriya wan ji hêzên leşkerî re ye. Ji ber ku ew hêza aktîf e ku gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê bişikînin û herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Têkildarî van civînan, Mizgîn Ehmed wiha anî ziman: "Di vê merheleya hestiyar de ku herêm  û gelê wê tê re derbas dibin, em dixwazin ji gel re eşkere bikin ku çawa li hember gef û astengiyan bi rêya şerê gel ê şoreşgerî bisekinin. Ev civînên me jî ji bo hişyarkirina gel ji êrişên dagirkeriyê ne û çawa li hember dijmin bisekinin û şêniyên herêmê çawa piştevaniya hêzên xwe bikin."

/ar/uploads/files/2021/11/23/162014_dmhat-brwsk-28kbyr29.webp

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Demhat Birûsk wiha got: "Em ji hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re dibêjin ku dê QSD’ê bi piştevaniya gelê herêmê her bihosteke xaka dagirkirî rizgar bike."

Birûsk wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê gelê me li ber xwe bide û em hêzên lekerî soz didin gel ku dê her bihosteke xakê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kiriye, rizgar bikin."

(fr)

ANHA