Projeya sererastkirina rêya Reqa-Bendava Tişrînê bi dawî bû

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku projeya sererastkirina rêya Reqa-Bendava Tişrînê bi dawî bû.

Projeya sererastkirina rêya Reqa-Bendava Tişrînê bi dawî bû
Projeya sererastkirina rêya Reqa-Bendava Tişrînê bi dawî bû
Projeya sererastkirina rêya Reqa-Bendava Tişrînê bi dawî bû
Projeya sererastkirina rêya Reqa-Bendava Tişrînê bi dawî bû
Projeya sererastkirina rêya Reqa-Bendava Tişrînê bi dawî bû
Projeya sererastkirina rêya Reqa-Bendava Tişrînê bi dawî bû
Projeya sererastkirina rêya Reqa-Bendava Tişrînê bi dawî bû
Projeya sererastkirina rêya Reqa-Bendava Tişrînê bi dawî bû
23 mijdar, 2021   17:47
TEBQA

Piştî zêdetirî salekê li ser destpêkirina xebatê, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civîneke çapemeniyê  ku li gundê Remale yê bakurê Tebqayê li dar xist, ragihand ku projeya sererastkirina rêya Reqa-Bendava Tişrînê ya ku Reqa û Tebqa bi herêma Firat û Minbicê ve girê dide, bi dawî kir. Dirêjahiya wê rêyê 120 kîlometre ye.

Rêya Reqa-Bendava Tişrîn ji rêyên herî girîng ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji ber rêyeke stratejîk e û gelek herêm û rêveberiyan bi hev ve girê dide.

Di civîna çapemeniyê de cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Medya Bozan û endazyarên çavdêrên projeyê amade bûn.

Medya Bozan wiha got: "Li ser navê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê sûriyê em radigihînin ku sererastkirina rêya Reqa-Bendava Tişrînê bi dawî bû. Ev rêyeke girîng û stratejî ye. Ji ber ku herêmên Cizîrê û Reqa bi herêma Firatê ve girê dide."

Medya Bozan da zanîn ku lêçûna projeyê milyonek û 250 hezar dolar e û dirêjahiya ku hatiye sererastkirina 120 kîlometre ye.

Medya Bozan ev tişt anî ziman: "Proje ji plana par bû, lê ji ber gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û tunebûna madeya biyotomîn ku hêmaneke bingehîn di qîrê de ye û hin sedemên din proje dereng ma û zêdetirî 6 mehan xebata hate sekinandin."

Medya Bozan got, ew vê proje diyarî malbatên şehîdan û tevahî şervanên li eniyan dikin û spasiya Rêveberiya Xweser û meclisa rêveber, tevahî karker û şîrket û her kesê beşarî vê xebatê bûye kir.

Li aliyekî din jî endazyarê çavdêrê projeyê Îhab El-Hamid da zanîn ku proje li ser du merheleyan pêk hat. Merheleya yekemîn di 2020’an de pêk hat û nêzî 50 kîlometre ji rê hat çêkirin, merheleya duyemîn jî di 2021’an de pêk hat û 70 kîlometre hat çêkirin.

Têkildarî made û mîqdara di xebatên sererastkirina rê de hatine bikaranîn Îhab El-Hamid eşkere kir ku 50 hezar metrekab ji qîr, 70 hezar metrekab ji bermahî û 60 hezar metrekab ji kevirên hûn hat bikaranîn.

(fr)

ANHA