Ji Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye" şanoya Bîr hat pêşandan

Ji rêzeçalakiyên Mîhrîcana Şano ya "Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye" di roja 4’an de şanoya Bîr hat pêşandan. Şano ji hêla Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ve li Kobanê hat pêşandan.

Ji Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye" şanoya Bîr hat pêşandan
23 mijdar, 2021   16:03
KOBANÊ

Bi beşdariya şêniyên Kobanê şanoya Bîr a derhinêr Dilbîrên Mislim hate pêşandan.

Şano li ser adet û kevenşopiyên civakê diaxive. Di şanoyê de hat destnîşankirin ku çiqas pirsgirêk dijwar bin ne pêkan e bi tundî û xwînrijandinê werin çareserkirin. Ew yek îşaretê bi adeta tolhildanê ya di nava civakê de dike. Peyama şanoyê ew e ku divê welatî ji kesên fîtneyan çêdikin û kesên sifeta oldaran bi kar tînin û gelê dixapînin bi dûr kevin.

/ar/uploads/files/2021/11/23/152750_dlbryn-mslm.webp

Têkildarî mijarê, derhinêrê şanoyê Dilbirîn Mislim ji beşdaran re got ew hêvî dike gel ji fikirên vê şanoyê sûd bigirin û wiha domand: "Armanc ji vê şanoyê hin rastiyan bi rêya şanoyê pêşkêş bikin, ji ber şano neynika civakê ye."

Çalakiyên mîhrîcanê heta 27’ê vê mehê berdewam dikin, dê sibe jî endamên Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê şanoya bi sernavê "Rakirina striyan" pêşkêş bikin.

(fr)

ANHA