'Yên ku ji me re dibêjin vegerin Serêkaniyê, bila ew vegerin û li wir bijîn!'

Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku daxuyaniyên dawî yên berpirsên ENKS'ê dagirkeriya Tirk a li herêmê rewa dike. Komîteyê bang li şêniyên Serêkaniyê kir ku bi pey îdiayên derew ên ENKS'ê nekevin.

'Yên ku ji me re dibêjin vegerin Serêkaniyê, bila ew vegerin û li wir bijîn!'
15 mijdar, 2021   15:39
HESEKÊ

Gelek caran berpirsên ENKS û Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê daxuyaniyan didin û bang li koçberên Serêkaniyê û Girê Spî dikin ku vegerin warên xwe yên dagirkirî.

Herî dawî berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê Ebdulhekîm Beşar bang li şêniyên Serêkaniyê kir ku li bajarê xwe vegerin ku di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de ye. Beşar di daxuyaniyên xwe de qala sûcên dagirkeran li wan herêman nekir.

Têkildarî mijarê Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyanyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Car caran kesayetên siyasî yên girêdayî aliyên ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve di hembêza dagirkeriya Tirk de dijîn, bang li şêniyên Serêkaniyê dikin ku vegerin bajar û gundên xwe, bêyî ku garantiya ewlehî û parastina şêniyan bide.

Beriya bangên wan ên li şêniyên Serêkaniyê, bang li şêniyên Efrînê jî kiribûn ku vegerin xwarên xwe yên dagirkirî. Li Efrînê rojane binpêkirinên hovane, ji kuştin, koçberkirin, desteserkirina milkan û guhertina demgorafîk têne kirin. Êdî şêniyên resen di rewşeke bi tirs û fikar de dijîn û wekî rehîn di destê çeteyan de ne. Her wiha kesên biyanî li malên kurdan bi cih dikin û tawan û nêzîkatiyên pir xirab li kurdan dikin."

Komîteyê diyar kir ku şêniyên Serêkaniyê ne bi xweşiya dilê xwe derketin û milkên û bîranên xwe hiştin, lê dagirkeran bi hêza çekêew derxistin û wiha hate domandin: "Ji ber ku tecrûbeya Efrînê ya giran mînakek bû ku em dersan jê bigirin. Lê di heman demê de hin kes hene ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî yên erzan propagendaya dagirkeran û çeteyan dikin.

Bangên dûbare yên van kesayetên girêdayî dagirkeran, her dawî wî banga cîgirê serokê îtîlafê Ebdulhekmîn Beşar eşkere dikeve xizmeta hêzên dagirker, wekî alav e li gorî ferman û perespektîvên dewleta Tirk û pergala wê ya îstîxbaratî tevdigere da ku dagirkeriyê rewa bike û wêneya dagirke û hêzên îtîlaf Sûriyê û rewşa xirab a li herêmên dagirker ji raya giştî re xweşik bide nîşandan."

Komîteyê bang li şêniyên bajarê Serêkaniyê û gundewarê wê kir ku ji daxuyanî û bangên wan kesan hişyar bikin û red bikin û got: " Yên ku ji me re dibêjin vegerin Serêkaniyê, bila ew vegerin û li wir bijîn!"

Komîteya Koçberên Serêkaniyê di dawiya daxuyaniyê de got, civata navneteweyî, rêxistnên têkildarî û rêxistinên mafên mirovan berpirsên bangên dûbare yên vegera şêniyan li herêmên dagirkirî ne. Her wiha got, ev bang jiyana şêniyên dixe xeteriyê û wan bi xeteriya kuştin, şantajîkirin, revandin rû bi rû dihêle.

Komîteyê got: "Banga adil a ku tevahî koçber li ser li hev dikin, vegera ewle ya bêyî dagirker û derketina komên çete û vegera mafan li xwediyên wê ye."

ANHA