Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê pêngava çalakiyên 25'ê Mijdarê ragihand

Li Reqayê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a cîhanê, pêngava çalakiyan ragihand.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê pêngava çalakiyên 25'ê Mijdarê ragihand
15 mijdar, 2021   14:51
REQA

Bi nêzîkbûna25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, bi dehan endamên meclisên jinan ên Partiya Sûriya Pêşerojê yên Reqa û navçeyên wê bû bi dehan jinên bajar kom bûn û bi daxuyaniyekê pêngava çalakiyên 25'ê Mijdarê ragihand.

Daxuyanî li ber navenda giştî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ji aliyê berdevka meclisê Xaliya Kecwan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "25'ê Mijdar Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ye, bi vê boneyê em dengê xwe li hemberî zihniyeta desthilatdar, baviksalarî û kapîtalîst bilind bikin ku hewl didin vîna jinan bişkînin û hebûn û berxwedana wê ya ji bo azadiya mirovahiyê tune bikin."

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser rewşa jinan di 10 salên aloziya Sûriyê de wiha hate diyarkirin: "Jinan li hemberî hemû cûre tundî û bêmafî têkoşiyan û şoreşa xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistin. Jinan xwe bi rêxistin kir û rêza xwe kirin yek heya ku bûn pêşengên rihê berxwedanê ku li gelemperiya Sûriyê belav bû."

Di daxuyaniyê de berxwedana jinan a li hemberî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê hate silavkirin û hate goitn: " Em hemû binpêkirinên ku dighêjin asta sûcên şer û sûcên dermirovahiyê şeremzar dikin. Em teqez dikin ku em li hemberî zilim, cûdekarî û tundiya li ser jinan bi îsrar têkoşînê berdewam bikin."

Her wiha bang li hemû jinên cîhanê hate kirin ku ji bo azadî, bidestxitina maf li ser esasê wekhevî û jiyaneke demokratîk yekitî û têkoşîneke hevpar pêk bînin.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê pêngava çalakiyên li dijî tundiya li ser jinan da destpêkirin, pêngav wê heya 25'ê Mijdar dewam bike.

ANHA