Çeteyên Tirkiyê girê Kişûr ê li Efrînê talan kirin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi alavên giran û treksan tiştê ji girê Kişûr ê dîrokî yê li navçeya Raco mayî kolandin û talan kirin.

Çeteyên Tirkiyê girê Kişûr ê li Efrînê talan kirin
15 mijdar, 2021   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker xirabkirin û talankirin girê Kişûr ê şûnwarî berdewan dikin. Çeteyan tiştê ji girê Kişûr ê li navçeya Raco ya li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê maye bi  alavên giran û treksan kolandin û talan kirin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker kantona Efrîn di 2018’an de dagir kir, li ser gelek merheleyan dest bi kolandina girê Kişûrê hat kirin.

Di merheleya duyemîn a 2019’an de piranî girê şûnwarî hate konaldin û talankirin. Lê li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di destpêka 2021’an de çeteyên dewleta Tirka dagirker dest bi hemleya berfireh a kolandina gir kir û gir hat windakirin û xirabkirin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî bi lêgerîna şûnwaran giran dikilin. Lê dema çeteyên DAIŞ’ê jî li hin herêman serwer bûn, wan jî dîrok talan dikir û şûnwar didizîn.

Têkildarî mijarê, çavkaniyên SOHR’ê daxuyand ku çeteyên Cebhet El-Şamiyê yên nêzî îstîxbarata dewleta Tirk hin cihên dîrokî yên li gundê Akde yê li Ezazê yê bakurê Helebê talan dikin û li şûnwaran digerin.

Li kantona Efrînê ya dagirkirî jî, girê Dêrsewanê yê li navçeya Şera ku ji 1981’an de bi biryara 244’an di gerînendetiya şûnwaran a Sûriyê de hatiye tombarkirin ji hêla çeteyên dewleta Tirk ve hate kolan û talankirinê. Li gorî wêneyên nû yên têkildarî cihê şûnwarî hatine kişandin eşkere dibe ku girê şûnwarî li pêş çavên hêzên dagirkeriya Tirk rastî kiryarên kolan û talankirinê  tê.

Hêzên dagirkeirya Tirk ên li ser girê Cindirêsê, gir kolan û talan kirin û ji dema dagirkirina herêmê ve girê kirine baregeheke leşkerî. Li gorî wêneyên bi rêya stalaytê hatine kişandin gir bi alavên giran ku baregehê fireh bikin rastî sûcên koland û talankirinê hat û gelek şûnwarên girê hatin dizînin.

(fr)

ANHA