Li Holê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Holê ya kantona Hesekê çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê da destpêkirin.

Li Holê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
15 mijdar, 2021   15:09
HESEKÊ

Kongreya Star a navçeya Holê ya Hesekê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan  a Cîhanê çalakiya yekemîn li dar xist. Jinan  wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hildan.

Beriya lidarxistina çalakiyê, endama Kongreya Star a navçeya Holê Meysa El-Ehmed wiha got: "Di oxira azadiya tevahî jinan de şehîdên tiştên herî giranbuha dan. Jin bû pêşeng, ramannas û zanyar ku tevahî mafên xwe bi dest xistin."

Meysa El-Ehmed îşaret bi rola jinan di avakirina civakê û perwerdekirina nifşên nû de kir û da zanîn ku rola jinên siyasetmedar di rêxistina civakê de herî mezin e.

Beşdaran diyar kirin ku ew ê heta rizgarkirian jinan ji qirêjiyên koletiyê tê bikoşin û li ber xwe bidin.

Kongreya Star a Rojava û rêxistinên jinan xwe ji bo destpêkirina hemleyeke fireh a Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade dikin.

(fr)

ANHA