Koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê ji bo azadiya rêber Ocalan daketin qadan

Ji bo piştgiriya qonaxa duyemîn a hemleya “Dem Dema Azadiyê ye”, Kongreya Star îro li kantona Şehbayê meşeke girseyî li dar xist.

Koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê ji bo azadiya rêber Ocalan daketin qadan
Koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê ji bo azadiya rêber Ocalan daketin qadan
Koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê ji bo azadiya rêber Ocalan daketin qadan
Koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê ji bo azadiya rêber Ocalan daketin qadan
15 mijdar, 2021   13:42
ŞEHBA

Girseya gel a koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê li ser rêya di navbera navçeya Ehdas û gundê Til Qirahê de kom bûn. Ji wir heta Kampa Serdemê ya li gundê Til Susin yê navçeyê meşiyan.

Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankartên “Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye”, “Soza me ye ku pergala Îmraliyê hilweşînin û bi azadî bi rêber Abdullah Ocalan re bijîn”, “Êdî bes e tecrîd û dagirkerî” û “Dem dema azadiya rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina Efrînê ye” hildan.

Li qada Kampa Serdemê meş rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê Kongreya Star Şeziye Îbrahîm axivî û got: “Heta rêberê me azad nebe em rêya wî bernadin. Ji ber ku azadiya rêbertî azadiya hemû gelên bindest e.“

/ar/uploads/files/2021/11/15/124352_shathyh-ibrahym.webp

Şeziye destnîşan kir ku şertûmercên koçberiyê bandorê li berxwedana wan û piştgiriya ku didin hemleya Dem dema azadiya rêber Abdullah Ocalan e nake û got: “Bê serok Apo em azad nabin.”

Şeziye bang li civata navneteweyî kir ku rastiya giringbûna vê pêvajoyê nas bikin.

Şeziye bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhate û kesayetên welatparêz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

/ar/uploads/files/2021/11/15/124409_wrdh-shykhw.webp

Paşê bi navê Meclisa Jina Azad a Kantona Şehbayê Werde Şêxo axivî û destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe tevahiya gelan ji fikrê kapîtalîst û desthilata wê rizgar kir.

Werde piştrast kir ku jinan bi rêya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest xist û di civakê de roleke pêşeng lîst.

Werde bang li hemû jinan kir ku di qonaxa duyemîn a hemleya Dem dema azadiya rêber Abdullah Ocalan de têkoşînê mezin bikin.

Di mitîngê de berxwedana rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de hat silavkirin.

(şx)

ANHA