Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!

Bi hezaran Kurd, Ereb û Suryan li herêmên cuda yên kantona Qamişlo û bajarê Helebê di çarçoveya hemleya “Dem Dema Azadiyê ye” de meşiyan û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir. Meşvanan her wiha berxwedana dîrokî ya gerîlayan silav kir.

Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
Bi hezaran kes li Qamişlo û Heleb meşiyan: Azadiya rêber Apo azadiya me ye!
15 mijdar, 2021   12:52
 QAMIŞLO

Hemleya “Dem Dema Azadiyê ye” ya ku KCK`ê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, li seranserê cîhanê deng veda. Di çarçoveya hemleyê de li seranserê herêman ji aliyê pêkhate û gelên wan herêman ve çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

Koma Civakên kurdistanê (KCK) di 10`ê Îlona 2020`an de bi daxuyaniyekê banga hemleyekê kiribû da ku xeteriya li dijî hebûna Kurdan bi dawî bibe, jiyaneke azad û demokratîk li Kurdistanê û welatên ku Kurd lê ne were avakirin. Hemleyeya “Dem Dema Azadiyê ye” di 12`ê Îlona 2020`an de hate destpêkirin.

Hemle ket sala xwe ya duyemîn, di vê çarçoveyê de bi hezaran şêniyên kantona Qamişlo bi beşdariya hemû pêkhateyan meşên girseyî li dar xistin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarok û gundên girêdayî wan, bi beşdariya hemû pêkhateyan, endamên saziyên sivîl û civakî, nûnerên partiyên siyasî bi dirûşmeya “Dem Dema Azadiya Rêber Ocalan e”, meşeke girseyî li dar xist.

Meşvan ji xaçrêya kolana Mûnîr Hebîb ve dest bi meşê kirin û berê xwe dan avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Qamişlo. Beşdaran bi dirûşmeyên berz kirine, banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kirin. Her wiha pankertên bi nivîsên “Na ji bêdengiya navneteweyî re, Azadiya rêbertî azadiya mirovahiyê ye, Berxwedan Jiyan e” û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star rakirin.

Li pêşiya komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê, endama rêveberiya Kongreya Star a Qamişlo Menîce Heyder axivî û got: “Hemleya Dem Dema Azadiyê ye dikeve qonaxa xwe ya duyemîn, bi vê boneyê em berxwedana rêber Ocalan li girtîgeha Îmraliyê silav dikin, Emê di qonaxa nû ya hemleyê de têkoşînê bilindtir bikin.”

Menîce Heyder her wiha teqez kir ku hemleyê li seranserê cîhanê deng veda û wiha lê zêde kir: “Wekî Kongreya Star em ê çalakiyên xwe yên di çarçoveya hemelya Dem Dema Azadiyê ye, zêde bikin heta ku em armanca sereke ya hemleyê pêk tînin. Rêber Ocalan xwedî li doza jinan derket û ji bo pêkanîna azadiya jinan têkoşiya, ji ber wê erka hemû jinên cîhanê ye ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşînê berdewam bikin.”

Menîce Heyder bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser rêber Ocalan jî şermezar kir û diyar kir ku ev tecrîd li ser hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye û bi taybetî li dijî jinan e û got: “Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê dewam bikin.”

TIRBESPIYÊ

Bi sedan pêkhateyên navçeya Tirbespiyê yên Kurd, Ereb û Suryan li pêşiya navenda Kongreya Star kom bûn û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dest bi meşeke girseyî kirin.

Meşvanan pankertên bi nivîsên “Azadiya rêber Apo azadiya me ye, berxwedana gerîla rûmeta me ye” , wêneyên rêber Ocalan rakirin û dirûşmeyên silavkirin berxwedana rêbertî hatin berzkirin.

Meşvan di kolana sereke û sûka navendî re meşiyan û li dawiya kolana giştî rawestiyan. Li wê derê meş veguherî mitîngê. Bi navê Kongreya Star Xermê Elî axivî û piştrast kir ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, tê wateya azadkirina civakê û wiha dewam kir: “Dagirkeriya Tirk di şexê rêber Ocalan de hemû gelên herêmê hedef digire.”

Xermê Elî bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku yekser bikevin tevgerê, bi erkên xwe yê mirovî rabin, sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk li dijî gelên herêmên re deynin û tecrîda li ser rêber Ocalan bi dawî bikin.

ÇILAXA

Bi dehan şêniyên navçeya Çilaxa yên Kurd û Ereb li cem çerxerêya şehîd Mehsûm a li naverasta navçeyê kom bûn û dest bi meşê kirin.

Meş  li naverasta sûka navendî veguhirî mitîngê. Endama Kongra Star a navçeyê Nezha Seyfudîn axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker li gel bêdengiya navneteweyî û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dike. Di wan êrişan de çekên qedexekirî bi kar tîne.”

 Nezha bang li gelê Kurd kir ku li hemberî van siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk û ji bo rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan serî hildin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi heman mebestî şêniyên navçeyên Girkê Legê ji kolana Şehîd Xebat meşiyan. Meş li naverasta navçeyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de Endama Kongra Star Îhan Murad axivî û ev yek destnîşan kir: “Çalakiya me bi berxwedana li Îmraliyê ve girêdayî ye. Îro gelê Kurdistanê ji bo maf û doza xwe têdikoşin. Ev têkoşîn û berxwedan di bin sîwana Hemleya Dem Dema Azadiya ye ya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e, firehtir dibe.”

Îhan diyar kir ku hemle bi rêya lidarxistina çalakiyên cuda berdewam e û wiha domand: “Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber ku wî rêgeza neteweya demokratîk pêşkêş kir.”

DÊRIK

 Li Dêrikê jî şêniyan ji qada Azadî dest bi meşê kir.

Meş li ber çerxerêya Şehîdan a navçeyê rawestî û veguherî mitîngê. Endama Rêveber a Kongreya  Star a navçeya Dêrikê Wesfiye Musa axivî û got: “Jinên Rojava ji bo azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşînê dikin û wê berxwedana xwe dewam bikin."

Wesfiye daxuyand ku bi fikirê rêber Abdullah Ocalan jin ji qeydên li ser hatine ferzkirin rizgar bû.

Têkildarî gefên serokê AKP`ê Erdogan ku dê herêmên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, Wesfiye piştrast kir ku gelê herêmê gelekî şoreşger e û dê li hemberî êrişan li ber xwe bide.

Wesfiye di dawiya axaftina xwe de bang li PDK`ê kir ku guh bide daxwazên çalakvanên çalakiya Sêmalkayê û cenazeyên şehîdan radestî malbatên şehîdan bikin û ji xeta xiyanetê dûr bikeve.

 TIL BIRAK

Li navçeya Til Birakê şênî ji bo azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan daketin qadan. Şêniyên navçeyê ji pêşiya çerxerêya Firin a li bakurê navçeyê dest bi meşê kir û li çerxerêya Şehîdan a li naverasta wê meşa xwe bi dawî kir.

  Di meşê de Endama Rêveber a Kongreya Star a Til Birakê Rusul Hesen axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî gelên herêmê didomîne û tecrîdê li rêber Abdullah Ocalan giran dike.

Rusul bang li berdewamkirina têkoşînê kir ta ku azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Bi navê hemû têkoşerên azad, em bang li gelê xwe dikin ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bibin yek  dengek.”

AMÛDÊ

Şêniyên navçeya Amûdê û endamên saziyên Sivîl ji çerxerêya qada Jin dest bi meşê kir û heta Meclisa Malbatên Şehîdan dewam kir.

Beşdaran sloganên ku berxwedana rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê silav dikin û daxwaza azadiya fîzîkî ya rêbertî dikin, berz kirin û pankertên bi nivîsên "Azadiya fîzîkî ji bo rêber  Ocalan, Azadiya Ocalan azadiya me ye" û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hildan.

Li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a Amûdê, bi navê Kongreya Star a navçeyê Ayşe Mehmûd axivî û komploya navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana wî silav kir. Ayşe anî ziman ku ji beriya 22 salan ve rêber Abdullah Ocalan di oxira azadiya gelan de li Îmraliyê li ber xwe dide.

Ayşe Mehmûd destnîşan kir ku berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva siyasetên dewleta Tirk û komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan e.

HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên qonaxa duyemîn a hemleya “Dem dema Azadiyê ye” de, bi sedan şêniyên bajarê Heleb, nûnerên partiyan û saziyan li pêşiya hola civînan a li rojavayî ya taxa Şêxmeqsûd kom bûn û wêneyên rêber Ocalan û pankertên bi nivîsên li ser azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, hildan.

/ar/uploads/files/2021/11/15/115704_fatmh-kwshan.webp

Meşvan li gelek kolanên taxê geriyan û li qada şehîd Gulê Selmo kom bûn. li wir, endama Meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fatima Koşan û bi navê Kongreya Star Cîhan Mihemed axivîn û destnîşan kirin ku gelên Rojhilata Navîn bi derketina rêber Ocalan û belavbûna fikr û felsefeya wî re bêhna azadiya kirin.

/ar/uploads/files/2021/11/15/115651_jyhan-mhmd.webp

Her wiha diyar kirin ku parêznameyên rêber Ocalan derfetek mezin da jinan da ku xwe di hemû aliyan de îsbat bike.

Di dawiya axaftinan de, teqezî bi berdewamkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hat kirin. Di dawiya mitîngê de axaftinên rêber Ocalan yên li ser berxwedan û têkoşînê hatin guhdarîkirin.

TIL HEMÎS

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VUFwliD_Kkk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Til Hemîsê jî bi heman armancê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Meş ji pêşiya avahiya meclisa navçeyê dest pê kir û di nav kolanên sereke de geriya. Di meşê de diruşmeyên "Bijî ramanê mirovahiyê, bimre komploya dewletên derve", "Bijî serok Apo, bemire Erdogan" hatin berzkirin û pankartên bi nivîsên   "Ji rêber Ocalan re azadî" û "Em azadiyê ji rêber Ocalan re biafirînin" hatin vekirin.

Meş li çexerêya şehîdan veguherî mîtîngê. Bi navê Kongreya Star a Til Hemîsê Ezarî El-Feyhan axivî û got: "Dem dema ku em dengê xwe bilind bikin û çarçoveya çalakî û pêngavên xwe yên li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan û bêdengiya cîhanê û rêxistinên hiqûqî yên li hemberî  fireh bikin."

Ezarî El-Feyhan wiha domand: "Divê hemû kesên bi rûmet û azadîxwaz ên cîhanê banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike."

Bi navê Meclisa Navçeya Til Hemîsê jî Xalid El-Nayîf jî bal kişand ser gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û wiha domand: " Êriş û gefên domdar ên dewleta Tirk ên li ser herêmên me delîlê ku Erdogan destûra pêkanîna sûcan wergirtiye."

Xalid El-Nayîf banga xurtkirina têkoşîna li hemberî dagirkeriyê kir.

Bi navê rûspiyên Til Hemîsê, ji rûspiyên eşîra Şemer, Ehmed El-Şetî daxuyanî xwend, tê de sûcên Tirkiyê û êrişên wê yên bi balafirên bê mirov li ser welatiyan şermezar kir. Her wiha banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

RIMÊLAN

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pwyiCF1kMI0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li bajarokê Rimêlan jî, rêveberên jin ên Hêzên Parastina Civakê (HPC) daxuyanî da.

Endama rêvebe a HPC-JIN a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hediye Ebdullah daxuyanî xwend û got: "Me îro dest bi çalakiyên ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan kir. Ji ber ku rêbertî nûnertiya vîna me ya azad dike."

(ekîb)

ANHA