Ereb û Kurdên li Hesekê banga azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir

Şêniyên kantona Hesekê yên ku daketin qadan, gotin hemleya “Dem Dema Azadiyê ye” derbasî qonaxa xwe duyemîn bûye û banga mezinkirina têkoşînê da.

Ereb û Kurdên li Hesekê banga azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir
15 mijdar, 2021   13:58
HESEKÊ

Îro bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan, bi hezaran şêniyên kantona Hesekê meşên girseyî li dar xistin.

Meş li Hesekê, Kampa Waşûkanî, Şedadê, Til Temir û Dirbêsiyê li dar ketin. Tê de saziyên civaka sivîl, partî, kesayetên civakî, rûspiyên eşîrên Ereban beşdar bûne. Dihat payîn ku li navçeya Zirganê jî di heman çarçoveyê de meş were lidarxistin, lê ji ber topbarana dewleta Tirk a dagirker ya li ser navçeyê, çalakî hat rewastandin.

HESEKÊ

Meşa li Hesekê ku li ser bangewaziya Kongreya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger li dar ketiye, ji çerxerêya Kevokê ya navetasta bajêr destpê kir û li qada Şehîd Serhed a li taxa El-Miftî bi dawî bû.

Li qadê endama Kongreya Star Welîde Botî axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan lîderê azadiyê ye. Îro em dest bi qonaxa duyemîn a hemleya “Dem dema azadiyê ye” dikin. Ta rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan wê çalakiya me berdewam bike. Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîn û berxwedanê mezin bike heta ku azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.“

KAMPA WAŞÛKANÎ

Li Kampa Waşûkanî bi sedan koçberên Serêkaniyê meşiyan û di dawiya meşê de daxuyaniyek da. Koçberan banga azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Meşa li kampê ji ber Nivîsgeha Meclisa Rêveberiya kampê destpê kir û li deriyê sereke yê kampê bi dawî bû.

Piştî bidawîbûna meşê, endama Kongreya Star Nûra Nezîr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Piştî 23 salan ji komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, me dest bi vê hemleyê kir.

Civakên ku bi projeya neteweya demokratîk bawer kirin, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan red dikin. Ji bo ku azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were û ji bo gel ji dagirkeriya Tirk rizgar bibe, em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”

TIL TEMIR

Vê sibehê bi sedan şêniyên navçeya Til Temir ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest bi meşê kir, meşvan di kolanên sereke yên navçeyê re geriyan û li dawiya kolana Filistîn rawestiyan.

Li wê derê, nirxandinên rêber Abdullah Ocalan li ser girîngiya berxwedanê hatin guhdarîkirin.

Piştre endama rêveberiya Kongreya Star Meryem El-Abdullah axivî û piştrast kir ku hemleya Dem Dema Azadiyê ye ji beriya zêdetirî salekê ve dewam dike û îro dikeve qonaxa duyemîn. Meryem destnîşan kir ku li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê çalakiyên cihêreng bi awayekî zêdetir werin lidarxistin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk tê.

ŞEDADÊ

Li navçeya Şedadê jî meşvan bi sedan şêniyên bajarokên girêdayî navçeyê “Ebidan, Erîşe, Mergede” ji navenda navçeyê dest bi meşê kirin û ber bi parka rêber Ocalan ve bi rê ketin.

Li wê derê, endama Partiya Sûriya Pêşerpojê Fatima El-Ewad û endama rêveberiya Kongreya Star li herêma başûrî Emîre Sed axivîn.

Fatima El-Ewad siyasetên navneteweyî û siyasetên dewleta Tirk li hemberî gelên aştîxwaz û li dijî lîderên aştiyê û di serî de rêber Abdullah Ocalan, şermezar kir.

Emîre Sed jî destnîşan kir ku ji beriya 23 salan ve li girava Îmraliyê tecrîdeke giran li ser rêber Ocalan tê ferzkirin û got: “Ew di hucreya yekkesî de tê ragirtin, hevdîtina parêzeran jî hatî qedexekirin, em heta niha nizanin bê çarenûsa rêber Abdullah Ocalan çi ye.”

DIRBÊSIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê jî ji navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê dest bi meşê kir. Meş li pêşiya navenda Kongreya Star veguherî mitîngê. Li wir endama Koordînasyona Kongreya Satar a kantona Hesekê Lîlav Hesen axivî.

Lîlav Hesen daxuyand ku dijminên gelê Kurd li hev kirin û rêber Ocalan di aliyê fîzîkî de girtin, lê belê nikarîbûn rê li birêxistinkirina gelan bigirin û bi saya felsefeya rêber Ocalan destkeftiyên giranbiha hatin bidestxistin.

Lîlav Hesen wiha dewam kir: “Gelên herêmê dê li hemberî kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemînin û dê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, têkoşînê dewam bikin.”

(şx, cx)

ANHA