Bi hezaran Kobaniyan daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Bi hezaran şêniyên Kobanê di çarçoveya hemleya " Dem dema azadiyê ye" daketin qadan û banga rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Bi hezaran Kobaniyan daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
15 mijdar, 2021   12:32
KOBANÊ

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta Qada Aştiyê dewam kir. Beşdaran sloganên ku dagirkeriya Tirk şermezar dikin, berz kirin.

Hemleya "Dem dema azadiyê ye" ev zêdetirî salekê ye bi çalakiyên cuda li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye didome.

 

Li Qada Aştiyê meş veguherî mitîngê. Li qadê endama koordînasyona Kongreya Star û Endama Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk a Herêma Firatê Sara Xelîl axivî û diyar kir ku dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser rêber Ocalan ferz dike, wan jî dest bi hemleya azadiya fîzîkî ya rêbertî kirin û heta ku ev tecrîd tê rakirin ew ê li qadan bin û têkoşîna xwe dewam bikin.

Sara Xelîl çalakiya "Keştiya Azadiyê" ya ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin silav kir û anî ziman ku eger rêber azad nebe, gelê Kurd azad nabe û gelê Rojhilata Navîn jî azadî û jiyana bi rûmet di welatê xwe de bi dest naxin.

Sara Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk nahêle ku gelê herêmê azad û bi rûmet li herêmên xwe bijîn û êrişan li dijî sivîlan pêk tîne.

 (dm)

ANHA