QSD 'ê encama sûcên dewleta Tirk ên li Eyn Îsayê eşkere kir

QSD'ê encama bilançoya sûcên dewleta Tirk ên li Eyn Îsayê di meha Cotmehê de, eşkere kir. Her wiha piştrast kir ku dewleta Tirk 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar kirin û gundên tijî sivîl hedef girtin.

QSD 'ê encama sûcên dewleta Tirk ên li Eyn Îsayê eşkere kir
1 mijdar, 2021   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), duh (yekşemê) bilançoya sûcên dagirkeriya Tirk ên li herêmê Eyn Îsayê li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Bilanço wiha ye:

Dagirkeriya Tirk herêmên li derdora bajarokê Eyn Îsayê û gundewarên rojavayê Girê Spî topbaran dike, her wiha di 5'ê Cotmehê de li ser gundê El-Hoşan û rêya navneteweyî (M4) wesayîteke leşkerî kir armanc û di encama wê de 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn.

Di 8'ê Cotmehê de, hêzên me bersiv dan hewldana dorpêçkirina gundê El-Selîbî û di vê çalakiyê de yek ji çeteyên ku ketine gund birîndar bû

Di 9'ê Cotmehê de, dagirkeriya Tirk gundê El-Hiwêce ya tijî şênî li rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kir.

Dagirkeriya Tirk topbarana li ser gundewarên rojavayê Girê Spî, rojavayê Eyn Îsa, rêya M4 û gundên li kêlka rêya M4 wek gundê Xaldiyê, Hoşan û Dibis, didomîne.

Di 10'ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran kaziya Itîhad û rêya M4 ên li rojhilatê Eyn Îsa topbaran kir.

Di 12'ê Cotmehê de, dagirkeriya Tirk dikaneke bazirganiyê li ser rêya rojhilatê Eyn Îsa kir hedef. Di encamê de zirarên madî bi mal û milkên sivîlan çêbûn.

Di 12'ê Cotmehê de, dagirkeriya Tirk depoyên genim ên Mişêrfa, stasyona Şerqiye û rêya M4 bi çekên giran topbaran kir.

Di 12'ê Cotmehê de dagirkeriya Tirk ji baregehê xwe ya li rojavayê Eyn Îsa, gundê Seyda hedef girt.

Di 15'ê Cotmehê de dagirkeriya Tirk carek din gundê El-Hiwêce yê rojhilatê Eyn Îsayê bi çekên giran kir armanc.

Her wiha di 15'ê Cotmehê de gundê Um El-Beramîl topbaran kir û di encama wê de zirar gihaşt milkên sivîlan.

Di 22'yê Cotmehê de, dagirkeriya Tirk bi çekên giran gundê Ebû Nîtaw û rêya M4 kir armanc.

Di 23'yê Cotmehê de dagirkeriya Tirk ji baregeha xwe ya li gundê El-Siqêr gundê El-Tiruq bi topan hedef girt û zirarên madî çêbûn.

Di 26'ê Cotmehê de dagirkeriya Tirk ji nû ve bi çekên giran depoyên genim ên Mişêrfa, stasyona Şerqiye û rêya M4 topbaran kir

Di 27'ê Cotmehê de, baregeha dewleta Tirk a li rojavayê Eyn Îsa gundê Seyda bi çekên giran kir armanc.

Di 30'yê Cotmehê de, baregehên dewleta Tirk ên li gundê Siqêr, gundê El-Hiwêce yê tijî şênî bi çekên giran topbaran kir.

Di 31'ê Cotmehê de, dagirkeriya Tirk gundê El-Hiwêce bi çekên giran û topên ronahî armanc kir.

(dm)

ANHA