HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê nasnameya 4 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûbûn eşkere kir û soza berdewamkirina têkoşîna azadiyê da.

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir
1 mijdar, 2021   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê 4 gerîlayên ku li Heftanînê şehîd bûbûn de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 20’ê Tebaxa 2021’an de li nêzî gundê Girêgohê yê Heftanînê di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de, hevrêyên me Dîcle, Amargî, Şahîn û Agîd şehîd bûne. Her çar hevrêyên me ji bo berxwedana ji Esmer, Zerya, Bargiran ên fermandarên efsanewî yên berxwedana Cenga Heftanînê wergirtine, bi serfiraziyê tacîdar bikin û dijmin ji Heftanînê biavêjin, kedeke mezin dane. Em her çar hevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:          

Nasnav: Dîcle Firat

Nav û paşnav:  Mehtap Ozdemîr

Cihê jidayikbûnê: Riha

Navê dê û bav: Ayhan - Ethem

Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Tebaxa 2021’an / Heftanîn

Nasnav: Amargî Cûdî

Nav û paşnav: Nesrîn Îbrahîm

Cihê jidayikbûnê: Amûdê

Navê dê û bav: Xûlût – Îbrahîm

Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Tebaxa 2021’an / Heftanîn

Nasnav: Şahîn Amed

Nav û paşnav:  Abdulvassif Mavînehîr

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dê û bav: Yuksel - Ferman

Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Tebaxa 2021’an / Heftanîn

Nasnav: Agît Berxwedan

Nav û paşnav:  Raîf Barçin

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dê û bav: Halîme - Îzzettîn

Dîrok û cihê şehadetê: 20’ê Tebaxa 2021’an / Heftanîn