Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 kes ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser îro ragihand ku ji ber vîrusa koronayê 16 kes jiyana xwe ji dest daye, 12 nexweş baş bûne û 146 kesên din pê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 kes ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
1 mijdar, 2021   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku kesên jiyana xwe ji dest daye, 2 mêr ji Qamişloyê, mêrek ji Dirbêsiyê, mêrek û 2 jin ji Reqayê, mêrek û 2 jin ji Tebqayê, mêrek ji Dêrazorê, 3 jin ji Minbicê û 3 mêr ji Şehbayê ne.

Her wiha desteyê piştrast kir ku di nava 146 kesên virus vegirtine de 87 mêr, 59 jin hene û 12 nexweş jî baş bûne.

Bi vê daneyê re hejmara pêketiyên vîrusa koronayê 35 hezar û 550`iye. Her wiha hezar û 357 nexweş ji ber koronayê mirine û 2 hezar û 451 nexweş jî baş bûne.

(şx)

ANHA