​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-11-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-11-2021
1 mijdar, 2021   00:00

-Partiyên siyasî yên li navçeya Tirbespiyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Piştgiriya Berxwedana Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyekê didin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên Komîteya Aborî ya Kantona Qamişlo serdana çalakiya li deriyê Sêmalka ya ji bo şermzarkirina siyasetên PDK'ê  dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hena Somî da zanîn ku li Îmraliyê sûcekî mezin li dijî rêber Abdullah Ocalan heye û bang li gelên cîhanê kir bi xurtî ku tev li pêngava "Dema dema azadiyê ye" bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê asta aloziya li Tirkiyê nîşan dide.  Hiqûqnas Şadî El-Îbrahîm got, derbarê çekên qedexekirî de ku dewleta Tirk bi kar tîne, divê lêpirsîn were kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Turkmen, Ereb û Kurd ên bajarê Minbicê bang li civata navneteweyî û hêzên garantor kirin ku erka xwe bi cih bînin û dawî li van êrişan dewleta Tirk bînin. Jinan piştgiriya xwe bi şêniyên Kobanê re anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Ehmed Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk weke hêzeke çalak di NATO`yê de tola DAIŞ`ê radike û şerekî derveyî qanûn û nirx li dijî Kurd û gelên herêmê dike. Şêxo diyar kir ku maska dewleta Tirk ketiye û pîvanên mirovahiyê di xeteriyeke mezin de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevseroka Meclisa PYD'ê ya Herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl bang li gelê Başûr kir ku li dijî siyaseta xiyanetê ya PDK'ê serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Kongreya Star a Girkê Legê civîna xwe ya salane li bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sekretera giştî yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sîham Dawûd ji PDK'ê xwest ku bersivê bide daxwaza malbatên ku ji bo wergritina cenazeyên zarokên xwe li Sêmalkayê çalakiyê li dar dixin û got “Divê PDK bi zanebûn an jî nezanî alîkariyê nede dewleta Tirk ku dijminê hemû gelan e, bi taybetî jî gelê Kurd." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Desteya Damezrîner a Konseya Neteweyî ya Bilind a Ermenistana Rojava, endazyar Karnik Sarkisiyan got, ew amade ne piştgiriya kurdan di çarçoveya peymana Sever de li dijî dewleta Tirk ji bo yekitiya ked û têkoşînê bikin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên dabînkirina ava vexwarinê ji nêzî milyonek şêniyên Hesekê û navçeyên wê re berdewam dike. Ji ber dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê qut dike û wek çek li dijî şêniyan bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA