​​​​​​​' Divê lêpirsînek derbarê çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de were vekirin'

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê asta aloziya li Tirkiyê nîşan dide.  Hiqûqnas Şadî El-Îbrahîm got, derbarê çekên qedexekirî de ku dewleta Tirk bi kar tîne, divê lêpirsîn were kirin.

​​​​​​​' Divê lêpirsînek derbarê çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de were vekirin'
1 mijdar, 2021   02:55
TEBQA

Gefên dewleta Tirk ên êriş û dagirkirina herêmên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bikaranîna çekên qedexekirî li dijî HPG'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, her wiha bombebarana li Kobanê di asteke mezin de cih girtin.

/kr/uploads/files/2021/10/31/210637_-.webp

Têkildarî mijarê Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed armancên dewleta Tirk eşkere kir.

 ‘ERDOGAN DIXWAZE ALOZIYÊN XWE YÊN SIYASÎ Û HUNDIRÎN DERXÎNE DEWLETÊN DIN

El-Mihemed wiha domand: "Erdogan dixwaze aloziyên xwe yên siyasî û hundirîn derxîne dewletên herêmî û destwerdana karûbarên wan dike. Binpêkirina herî dawî jî hedefgirtina sivîlan li Kobanê bi rêya balafireke bê mirov, topbarana li ser herêmên Eyn Îsa û Til Temirê ye. Li beramberî vê yekê jî em dibînin ku QSD`ê li gorî peymana agirbestê ya di sala 2019`an de hatiye îmzekirin tev digere."

Têkildarî bomebebarana li dijî sivîlan a Kobanê El-Mihemed got, Kobanê sembola yekemîn a berxwedana li dijî DAIŞ`ê ye ku destpêka tunekirina çeteyan nivîsand û wiha domand: "Destwerdana dewleta Tirk di wê demê de eşkere bû ku çete di sînorê xwe re derbasî herêmê kir û di êrişan de destek da wan, piştî rizgarkirina Kobanê binketina xwe îsbat kir û Kobanê veguherî paytexta berxwedanê."

/kr/uploads/files/2021/10/31/210656_-.webp

Hiqûqnas Şadî El-Îbrahîmî got, dewleta Tirk hemû rêbazan bikar tîne da ku gelê herêmê bitirsîne, ji wan jî bikaranîna çekên qedexekirî li dijî HPG`ê ku parastina xak û gel li çiyayên Qendîlê dikin.

Şadî El-Îbrahîmî diyar kir ku siyasetên dewleta Tirk li herêmê nexasim îdiyaya wê ku parastina Îslamê dike gelê herêmê bi hêrs dike û got: "Ji ber vê yekê jî dixwaze her kesê li dijî wê disekine yan jî nêrîna wan dijberî ya wê ye qir bike, dîroka dewleta Tirk û osmaniyan tijî komkujî û qirkirine."

El-Îbrahîmî wiha domand: "Dewleta Tirk ji sala 1983`an ve êrişî gerîlayên HPG`ê dike. Fesfora spî li dijî gelên Bakur û Başûrê Kurdistanê bikar anî û di encama wê de bi dehan sivîl hatin kuştin. Dewleta Tirk îdiya kir ku fosfora spî ne ji çekên kîmyewî ye û li pêşiya platformên navneteweyî parastina xwe kir. Em hemû dizanin ku fosfora spî ji çekên kîmyewî ye û rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî bikaranîna wê qedexe kir, tenê dema tê xwestin di tecrubeyan de tê bikaranîn. Gelek dewlet ji bo vê yekê hatin diyakririn û dewleta Tirk ne ji dewletên ku dikare vê çekê bikar bîne."

Hiqûqnas El-Îbrahîmî raporên hin rojnameyên cîhanî yên derbarê sûcên ku hatine kirin de bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Ev komkujî ji aliyê rojnameya Times a birîtanî û rojnameyên elmanî hate piştrastkirin. Yek ji pîlotên ku ew herêm bombebaran kir got ferman ji wan re hat ku çekên kîmyewî bikar bînin da ku wan herêman bişewitînin."

El-Îbrahîm da zanîn ku ku çekên kîmyewî li gel dewleta Tirk hene û pêş xistiye û got, Tirkiyê piştî ku peymana Lahayê îmze kir îdia kir ku çekên kîmyewî telef kirine, lê bûyerên ku rû didin gotinên wê derew derdixîne.

Hiqûqnas Şadî El-Îbrahîmî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê civata navneteweyî û rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî û rêxistinên mafên mirovan êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelên Iraqê û Sûriyê bi dawî bikin lêpirsîneke adilane derbarê vê mijarê de vekin."

(dx)

ANHA