YPJ: Rihê berxwedana Kobanê pênaseya azadiya gelan e

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê têkildarî 1'ê Mijdarê got, gelê Kobana berxwedêr çawa di dema berxwedaniya dîrokî de li gel şervanên xwe bû îro jî bi heman rihê li hemberî her cûre leyîstokên dewleta Tirk banga azadiya gelan bilind dikin.

YPJ: Rihê berxwedana Kobanê pênaseya azadiya gelan e
1 mijdar, 2021   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Berxwedana Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

YPJ'ê Em bang li tevahiya gelên azadîxwaz kir "Dem dema li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser axa Rojava, bi rihê 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştevaniya Berxwedana Kobanê tekoşîn kirinê ye."

Daxuyanî wiha ye:

"Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de bi armanca tunekirina destkeftiyên gelê Kurd bi piştgiriya dewletên weke Tirkiyê êrişî bajarê Kobanê kirin. Lê belê ji bîr kiribûn ku gelê Kobanê bi fikir û ramanê azad xwe perwerde kirine. Keç û xortên bajarê Kobanê li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bi vînek mezin li ber xwe dan û tekoşîn kirin.

Di Kobanê de carek din yekbûna gelê Kurd pêk hat û di heman demê de hestê mirovahiyê li hember hêzên desthilatdar û dagirker bûn yek. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê ji bo Kobanê rabû li ser piyan û bi yek dilî bi şervanên YPJ’ê û YPG’ê re mil bi mil di cih û warê pîroz ya Kobana rengîn de ji bo xwişk û biratiya gelan destanên efsunî nivîsandin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku qet para xwe ji mirovahiyê negirtine bi hemû hovîtî û qirêjiyên xwe êrişî Kobanê kirin û hêvî dikirin ku di demekî kurt de bigêhêjin armancên xwe. Serokçete Erdogan jî bi vê hêviyê digot ha Kobanê ket û wê niha bikeve. Lê belê li hemberî hovîtî û êrişên dijmirovahiyê bi pêşengîtiya şervanên YPJ-YPG’ê û şervanên Enternasyonalîst, bi sedan gelên demorakrasîxwaz û gelek deverên cîhanê bi piştgiriyek mezin nîşanî hemû hêzên desthildar dan ku wê vîna gelên azadîxwaz û şervanên qehraman tu caran destur nedin ku bihûstek jî ji axa Kobanê were dagirkirin.

Bi taybet jî şervanên YPJ’ê û YPG’ê di pêşengîtiya fermandar Rêvan, Ozgur, Gelhat, Herdem, Viyan Peyman, Zehra Penaber, Sibel Bulut de şerekî dîrokî dane meşandin. Di her kêliya ku şer dikirin de jî digotin: em ê canê xwe feda bikin lê em ê nehêlin ew lingên qirêj li ser xaka me ya pîroz, gavekî biavêjin. Kobanê navê têkoşîna gelên azadîxwaz e. Dewleta Tirk a dagirker heta roja îro jî ew binketina xwe hezim nekiriye. Ji ber wê ye ku bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet û êrişên xwe li ser bajarê Kobanê û bi giştî Rojavayê Kurdistanê didomîne. Lê gelê Kobana berxwedêr çawa di dema berxwedaniya dîrokî de li gel şervanên xwe bû îro jî bi heman rihê li hemberî her cûre leyîstokên dewleta Tirk banga azadiya gelan bilind dikin. Li serê her kolaneke Kobanê xwîna jinên Mezopotamya rijîya, îro jî bi hezaran şervanên YPJ’ê û YPG’ê li ser şopa wan qehremanan dimeşin. Ji ber wê tu caran wê xeyalên dagirkeran pêk neyên. Em careke din 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Berxwedana Cîhanî ya Kobanê li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin. Em bang li tevahiya gelên azadîxwaz dikin ku dem dema li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser axa Rojava, bi rihê 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Berxwedana Cîhanî ya Kobanê tekoşîn kirinê ye. Çawa ku  hemû hêzên cîhanê li hember tarîtiya DAIŞ’ê bûne yek û mirovahî ji vê tarîtiyê xilas kirin pêwîste îro jî, ji bo rûmeta mirovahiya azad bi heman rihê xwedî Kobanê û şoreşa Rojava derbikevin. Herî dawî jî em dibêjin wê rihê berxwedaniya Kobanê tevahî gelên bindest re azadiyê bîne."