Ciwanên şoreşger: Em ê heta azadiya fîzîkê ya rêber Ocalan tê bikoşin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Herêma Firatê daxuyaniyek da, tê de komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û da zanîn ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tê bikoşin.

Ciwanên şoreşger: Em ê heta azadiya fîzîkê ya rêber Ocalan tê bikoşin
6 cotmeh, 2021   15:01
KOBANÊ

Bi nêzbûna salvegera 23’yemîn a destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û dîlgirtina wî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan daxuyaniyek da.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’m Sibata 1999’an de rêber Ocalan li paytexta Kenya Nairobî dîl hat girtin. Di komployê de gelek dewalet beşdar bûn, di serî de Îsraîl, DYA’yê, dewletên Ewropa û dewletên herêmê.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Mihemed Mehmûd daxuyanî bi zimanê kurdî li qada navenda ciwanan a Kobanê bi beşdariya bi dehan ciwanan xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan am komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan di salvegera 23’yemîn de şermezar dikin û piştrast dikin ku dewleta Tirk a dagirker bi tena xwe di komployê de beşdar nebû, lê belê gelekên dewletên Ereb û Ewropa jî beşdar bûbûn.

Rêber Ocalan ne di nava me de ye, lê fikir û felsefeya wî di nava ciwanan de ye û dewleta Tirk jî bi rêya girankirina tecrîdê û topbaranên li dijî herêmên ku rêber Ocalan tê de bû, şerê fikir û felsefeya wî dike.

Ciwan dê li hember îxaneta malbata Barzanî û ENKS’ê bê deng nemînin, ji ber ew bi rêya xwepêşandanan hewl dide gelê Kurd ê Rojava provokator bikin. Lê belê her kesê êrişên fikir û felsefeya rêber Ocalan bike, em ê li hemberê bisekinin.

Em ciwanên şoreşger soza xwe li hember şehîdan û rêber Ocalan nû dikin ku em ê çalakiyên xwe zêde bikin û rêber Ocalan azad bikin. Em bang li civaka navneteweyî nakin, ji ber komploya navneteweyî bi destê dewletên wê pêk hat, lê belê em ê bang li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê bikin ku vê komployê hilweşînin.”

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2WktwAsqNoI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>