Konê çalakiyê di roja xwe ya duyemîn de berdewam e

Çalakiyên konvendanê li dergehê Sêmalka bi beşdariya bi sedan şêniyên navçeyên Til Koçer û Çilaxa yên kantona Qamişlo berdewam in.

Konê çalakiyê di roja xwe ya duyemîn de berdewam e
6 cotmeh, 2021   14:05
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Koçer û Çilaxa berê xwe da konê çalakiyê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve hatiye vedan. Armanc ji vegirtina konê çalakiyê ku PDK`ê cenazeyê du şehîdan ku di kemînekê de şehîd xistin radestî malbatên wan bike û xiyaneta PDKê`ê şermezar bikin.

Di bin konê çalakiyê de axaftin bi navê PYD`ê û Meclisa navçeya Til Koçer hate kirin.

Endamê PYD`ê Mihemed Ebdurehîm têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê li dijî sîstemên şovînîst û dewletên dagirkerên Kurdistanê ku dixwazin kurdan tune bikin, silav kir.

Ebdurehîm wiha got: "Di demekê de ku kurd dixwazin mafên xwe bi dest bixin, piştî ku ji ber peymana Lozanê hatin dûrxistin û ji azadiyê hatine mehrûmkirin, hin dewletên herêmî û beriya bidawîbûna peymanê dixwazin careke din herêmê dagir bikin."

Ebdurehîm di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "PDK`ê bi rêya beşdarbûna xwe di êrişên dewleta Tirk de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hedefgirtina gerîlayan derbasî rêya xiyanetê bûye. HPG`ê  di oxira rizgarkirina Kurdistanê ji dewletên kapîtalîst, pêkanîna azadî û demokrasiyê de têkoşiya. Em ê heta radestkirina cenazeyên her du şehîdan konê çalakiyê berdewam bikin.”

Her wiha endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Til Koçerê Elî El-Hisên jî destnîşan kir ku hewldanên PDK`ê yên ketina Şengalê bi fermanên dewleta Tirk e û wiha got: “PDK’ê hişt ku dewleta Tirk bi dehan baregehên xwe yên leşkerî ava bike û di êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê de bi dewleta Tirk re beşdar e. Her wiha hêzên HPG’ê bi êrişên li dijî nuqteyên xwe tawanbar dike. PDK’ê dagirkeriya Tirk ji xaka Kurdistanê re bi rêya van sûcan rewa dike.”

Tê payîn ku şêniyên navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo sibê berê xwe bidin konên çalakiyê.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qzraOty1fxE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>