Zelal Ceger banga tevlêbûna kampanyayê kir

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger banga tevlêbûna kampanyaya ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir û got 'Divê jin û gel di şexsê rêber Apo de têkoşîna xwe xurt bikin.”

Zelal Ceger banga tevlêbûna kampanyayê kir
6 cotmeh, 2021   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo kampanyaya hashtagê ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ku di 8'ê Cotmehê de dest pê dike, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger jî banga tevlêbûnê kir.

Zelal Ceger di vîdeoyekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşand, diyar kir ku “Ji bo ku em Rêbertiya xwe ji zindanê azad bikin, divê em bi xurtî tev li kampanyaya Meclisa Dîjîtal a Kurdistanê bibin.”

Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Ceger ev bang kir: "Wek jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê beşdarî kampanyaya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bibin ku dê di navbera 8-10'ê Cotmehê de pêk bê. Li Rojava felsefe û îdeolojiya rêber Apo vîna gelan a jiyana nû derxist holê. Ji bo vê jî azadiya fîzîkî ya rêber Apo azadiya me ye. Banga me li hemû gelê me ew e ku bi rêya medyaya dîjîtal beşdarî vê kampanyayê bibin. Divê jin û gelê me di şexsê rêber Apo de têkoşîna xwe xurt bikin. Sedsala 21'emîn sala jinên azad ên Kurd û têkoşînê ye. Azadiya me girêdayî azadiya rêber Apo ye. Ji bo azadiya Rêbertiya me ji zindanan, divê her kes li Rojhilata Navîn, çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê bi berpirsyariya xwe rabe, tev li kampanyayê bibe û xwe berpirsyar bibîne."