Ciwanên Tebqa: Em ê li hember xayîn û komplogeran bisekinin

Ciwanên şoreşger ên Tebqayê bi daxuyaniyekê êrişên PDK'ê yên li dijî gerîla û hewldanên wê yên ketina Şengalê şermezar kirin û got: "Em ê li hemberî xayîn û komplogeran bisekinin."

Ciwanên Tebqa: Em ê li hember xayîn û komplogeran bisekinin
5 cotmeh, 2021   13:46
TEBQA

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Tebqayê daxuyaniyek li pêş navenda xwe da. Daxuyanî ji hêla endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdulqadir El-Selecî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriya Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li qadên gerîla û hewldanên wê yên ketina Şengalê hatin şermezarkirin û hate gotin, ew yek bi berdewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan û berdewama rêzexiyanetên PDK’ê ne.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Yek ji xiyanetên PDK’ê; di 2014’an de ji Şengalê vekişî û radestî DAIŞ’ê kir. DAIŞ’ê jî li dijî kurdên êzidî komkujî pêk anîn. Lê PDK’ê piştî berxwedana Şengalê û hêzên gerîla û şehadeta bi dehan şêniyan li hember rizgarkirina Şengalê, hewl dide careke din herêmê rûbirûyî komkujiyan bihêle.

Di daxuyaniyê de bikaranîna çekên kîmyewî û gaza jehrî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û bêdengiya li hemberî vê yekê hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û Tebqayê bi taybet ji dagirkeran re dibêjin ciwanên şoreşger li her derê hene û dê ji bo Şengalê tê bikoşin û dê li hember her xiyanetker û komplogerên li dijî azadiya gelan bisekinin."

(fr)

ANHA