Li Efrîna dagirkirî qirkirina xwezayê berdewam dike

Li kantona Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin qirkirin  û talankirina xwezayê bê navber didomin.

Li Efrîna dagirkirî qirkirina xwezayê berdewam dike
5 cotmeh, 2021   13:02
ŞEHBA

Çeteyên El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li devera di navbera gundê Satya û gindê Gozê yên navçeya Cindirêsê de bi sedan birîn da ku wekî êzing li bazarên Efrîn û Idlibê bifroşin.

Bi nêzîkbûna zivistanê re, çeteyên Tirk a dagirker bi hinceta germkirinê darên daristan û darên zeytûnê dibirin, da ku xwezaya Efrînê xera bikin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê, ji roja yekemîn a dagirkirina Efrînê ve dagirkeran 398 hezar û 650 dar şewitandin û zêdeyî 17 hezar birîn, her wiha zêdetirî 20 hezar dar ji kokê de birîn.

(dx)

ANHA