Li Efrîna dagirkirî qirkirina xwezayê berdewam dike- HATE NÛKIRIN

Li kantona Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin qirkirin  û talankirina xwezayê bê navber didomin.

Li Efrîna dagirkirî qirkirina xwezayê berdewam dike- HATE NÛKIRIN
5 cotmeh, 2021   13:52
ŞEHBA

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li devera di navbera gundê Satya û gindê Gozê yên navçeya Cindirêsê de bi sedan birîn da ku wekî êzing li bazarên Efrîn û Idlibê bifroşin.

Li gorî çavkaniyekî din, çeteyên bi navên Semirqend û Lîwa El-Weqas, nêzî 32 hezar darên zeytûnan ên şêniyên gundê Kefir Sefrê desteser kirin.

Li gorî çavkaniyan hejmara darên zeytûnan ên hatine desteserkirin wiha ne;  450 dar ên Hisên Mihemed Termoş û hevjîna wê ne, 650 dar ên zarokên Muçhim Hac Ebdo, 300 dar ên zarokên Reşîd Îbiş, hezar û 800 dar ên Henan Mihemed Birîm Hesen, 3 hezar û 700 dar ên Reşîd Xorşîd Îbiş, hezar û 200 dar ên Murad Reşîd Xorşîd, hezar û 700 dar ên Fîdan Hac Ebdo, 850 dar ên Mihemed Henan Muçhim, 900 dar ên zarokên Murad Axa Hac Ebdo Reşîd, hezar û 50 dar ên Mihemed, hezar û 350 dar ên Ebdulhenan, 4 hezar dar ên Dr. Xelîl Hisên Hac Ebdo, hezar û 425 dar ên Hesen Ebdullah Hac Ebdo, hezar û 50 dar ên Cemal Mihemed Hac Ebdo, hezar û 200 dar ên Mihemed Xelîl Polo, 700 dar ên Xelîl Ehmed Hacî, hezar dar ên Hacî Ehmed Hacî, 500 dar ên Ezîz Xilo, hezar  300 dar ên Ebdo Esmet Murad û birayên wî, hezar û 800 dar ên Nebî Xelîl Nebî Murad, 350 dar ên Abdîn Hac Ebdo, 500 dar ên Celal Mihemed Murad, 8 hezar dar ên malbata Gedro û 150 dar ên Mihemed Hisên Caso.

Çavkanî diyar kir ku Barzanî Xelîl Murad piştî dayîna 5 hezar dolar darên ku çeteyan desteser kiribûn vegerandin.

Çavkanî agahiyên li ser hejmara darên zeytûnê yên Barzanî Xelîl Murad, Mihemed Gedro, Hisên Gedro, Cemîl Gedro û Xelîl eşkere nekir.

 (dx)

ANHA