Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk civîna xwe ya yekemîn li dar xist

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk piştî kongreya xwe ya 3ˊyemîn civîna xwe ya yekemîn li dar xist, di civînê de rapora kar û xebatê ya piştî kongreyê hat xwendin, plansazî hat danîn û meclisa giştî hat ragihandin.

5 kanûn, 2025   21:05
HESEKÊ

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk bi beşdariya ciwanên ji hundirê Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji pêkhateyên Ermenî, Suryanî, Kurd û Ereb, hevserokê MSDˊê Mehmûd El Mislit û hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDˊê Hesen Mihemed Elî civîna yekemîn a piştî kongreya xwe ya 3ˊyemîn li dar xist. Ev civîn ji bo hilbijartina meclisa giştî ye. Civîn li hola MSDˊê ya Hesekê hat organîzekirin.

Kongreya 3ˊyemîn a Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk di 1ˊê Îlona 2025ˊan de li Reqayê hatibû li darxistin

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre rapora kar û xebata piştî kongreyê ji hêla hevserokê Meclisa Ciwanên Sûriya demokratîk Selmen El Nebhen ve hate xwendin. Piştî xwendina Raporê hevserokê MSDˊê Mehmûd El Mislit axivî û got: "Em pişgiriyê didin ciwanan da ku di hundir xebatên xwe de bi pêş bikevin. Di rewşa heyî de di warên siyasî û civakî de em yek bin. Herêm di rewşek giran re derbas dibe. Ciwan pêşroja vê civakê ne, ji ber vê yekê jî divê em xwe xurtir bikin. Ciwanên me hewcayî hişyarkirinê ne, ev erk jî erka we ye."

Rewşa siyasî jî, ji hêla hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê Hesen Mihemed Elî ve hat şîrovekirin û anî ziman ku: "Hukmeta veguhêz jî hemanî zihniyetê û amûrên hukmeta berê dide meşandin. Em bi israr in ku Peyama 10'ê Adarê bi ser bixin. Tevahî civak û rûspî li bendê ne ku gavên cidî ji bo pêkanîna vê peyamê bên avêtin."

Paşê rêziknameya di kongra 3'yemin de hatibû erêkirin carek din hat xwendin.

Di berdewama civînê de rêziknameya Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk hate xwendin û nîqaş li ser hate kirin û pêşniyar hatin girtin.

Di dawiya civîna xwe de Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Meclisa xwe ya Giştî ragihand û bi van xalan civîn bi dawî bû.

1. Xebitîna ji bo lidarxistina forumên hevbeş ên ciwanên Sûrî bi tevger û rêxistinên ciwanên Sûrî re.

2. Gerên bi armancên rêxistinî li parêzgehên Sûriyeyê.

3. Dayîna semîneran li ser rola ciwanan di avakirina Sûriyeya nû de.

4. Komxebatên têkildarî gotinên kîndariyê û rola jiyana hevbeş di nava gelan de werin organîzekirin.

5. Komxebatên li ser rola ciwanan di edaleta pêvajoya veguhêz de werin lidarxistin.

6. Avakirina hevpeymaniyên ciwanan û xwendekaran li ser asta Sûriyeyê.

(zş/fr)

ANHA