Bîlançoya meha Îlonê ya êrişên li ser Minbicê

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya  meha Îlonê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Minbicê eşkere kir.

Bîlançoya meha Îlonê ya êrişên li ser Minbicê
27 îlon, 2021   13:55
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildar bîlançoya meha Îlonê ya êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li  ser gundên Minbicê daxuyaniyeke li ser malpera xwe weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Babê bersiva êrişan didin û derbên giran li dagirkeran xistin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Artêşa Tirk a dagirker di binpêkirinên xwe de berdewam e, qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike, gundên li ser xeta Sacûr a bakurê Minbicê û gundewarê bajarokê Erîma ku tije sivîl in topbaran dike. Di Îlonê de artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe 723 top avêtin van herêman:

Hoşeriyê, Cat û Toxar: 151 top

Ereb Hesen, Mihsenlî û Ewn Dadat: 51 top

Um Edese (Farat) û Dendeniye: 303 top

Seyade: 76 top

Yalnilî: 52 top

Um Cilûd: 4 top

Erîma û gundên wê: 86 topo li van gundan ketin; Erîma, Kawiklî, Boxaz, Qurtwêran, Yalinî, Mezret Fewaris, Korhiyok, Cib Hemra û dagerandina Oscelî.

Ji ber topbaranê xetên kehrebe û malên sivîlên li gundê Ereb Hesen zirar dîtin û bermahiyên çandiniyê yên gundê Um Edese şewitîn.

Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de erebeyeke leşkerî ya çeteyan ku nuqteyên hêzên me yên li Um Edese topbaran dikirin, kir hedef

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê jî bersiva topbaranên li dijî gundê Seyade da û xwe gihand baregeha artêşa Tirk a dagirekr a gundê Yaşlî û gelek zirar û windahî bi wan kirin, ji wê zêdetir çek û cebilxaneyên li baregehên wêran kirin."

(fr)

ANHA