Şêniyên Ehresê: Civaka navneteweyî berpirsê sûcên dewleta Tirk e

Şêniyên Ehresê bi daxuyaniyekî topbarana domdar a dewleta Tirk li dijî Şêrawa û kantona Şehbayê şermezar kir û gotin:" Civaka navneteweyî berpirsê sûcên dewleta Tirk e."

Şêniyên Ehresê: Civaka navneteweyî berpirsê sûcên dewleta Tirk e
27 îlon, 2021   11:30
ŞEHBA

Daxuyanî li pêşiya qada navenda meclisa navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê bi beşdarbûn şênî, serokên meclisa herêmî û malên gel ve hat xwendin.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Şehîd Axîn a girêdayî navçeya Ehresê Sebah Bêrem ve hat xwendin û hate piştrastkirin ku dewleta Tirk hewl dide ku ewlehiya herêmê têk bibe, gel bitirsîne û carek din gel koçber bike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca dewleta Tirk a yekane ew e ku projeya Rêveberiya xweser û biratiya gelan derbe bike.

Di dawiya daxuyaniyê de, hate ziman ku civaka navneteweyî berpirsê sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlên bêguneh pêk tîne.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OhqR3d0D6Ts" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>