Şandeya HDP'ê bi Tevgera Goran û Qubad Talebanî re civiya

Şandeya HDP’ê ya bi serokatiya Meral Daniş Beştaş û Mahmut Togrul li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi Tevgera Goran û Qubat Talebanî re civiya.

Şandeya HDP'ê bi Tevgera Goran û Qubad Talebanî re civiya
27 îlon, 2021   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul li Başûrê Kurdistanê ye. Şandeyê li Silêmaniyê serdana Tevgera Goran kir.

Şandeya HDP’ê ji aliyê rêveberê giştî yê Tevgera Goran Umerî Seîd Elî û berpirsê peywendiyan yê Tevgera Goran Bextiyar Ewlî ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şande ewilî bi rêveberên Goran re civiyaye. Li gorî agahiyan di civînê de wê behsa hilbijartinên li Iraqê, rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistanê, Iraq û êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê were kirin.

Şande piştî bi Tevgera Goran re civiya, vê carê serdana cîgirê serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê kir. Şandeya HDP’ê li avahiya Hevpeymaniya Kurdistanê di van kêliyan de bi Qubad Talebanî û rêveberiyê Mekteba Peywendiyên YNK’ê Soran Cemal Tahîr re di civînê ne.