‘Divê Kurd li dijî faşîzma qirker yekîtiya xwe ava bikin’

Endama Kongra Star Gulê Mihemed bal kişand ser sûcên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî û got, ev sûc ji aliye jinan ve nayên qebûlkirin û yek bi yek tên belgekirin, her wiha banga bilinkirina têkoşîna jinan û yekîtiya Kurdan kir.   

 ‘Divê Kurd li dijî faşîzma qirker yekîtiya xwe ava bikin’
9 îlon, 2021   01:45
ŞEHBA – LEYLA LORÎN

Endama Kongra Star Gulê Mihemed bal kişand ser vîna jinên xwe birêxistinkirî berî dagirkirina Efrînê û wiha got:"Bajarê Efrînê piştî şoreşê bi îrada jinên xwerêxistinkirî dihat naskirin. Jinan bi sazî û dezgehên xwe pêşengiya civaka demokratîk dikir. Bi hemû aliyan de jin xwedî vîneke azad û xwerêxistinkirî bû. Jina xwedî îrade, ji bo dewleta Tirkiyê û şirîkên wê tehdîdeke mezin bû."

‘SÛCÊN DEWLETA TIRK WÊ BÊ BERSIV NEMÎNIN’

Mihemed da zanîn ku sûcên di Efrînê de tên kirin, bêîradebûna jinên dikin hedef û wiha domand:” Sûc û kiryarên di hindirê bajarê Efrînê de li ser jinan bi taybet û Kurdan bi giştî tên kirin, tu wîjdana mirovahiyê qebûl nake. Lê mixabin saziyên mafên mirovan li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng in. Sûcên ku li ser jinan tên kirin, hemû ji aliyê me ve têne belgekirin. Em ê tu carî li hemberî van sûcan bêdeng nemînin. Em ê heta dawiyê ji bo rizgarkirina jinên di zindanên komên çete û dewleta Tirk de ne, têkoşîna xwe xurt bikin û xwe bi rêxistin bikin."

‘ENKS ŞIRÎKÊ VAN SÛCAN E’

Gulê Mihemed bal kişand ser şirîktiya hin kesên di nava ENKS`ê de û wiha got:" Ev kesên ku şeref û rûmete xwe firotine û bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê dikin, destê wan di dagirkeriya Efrînê de jî hebûn. Niha bi destên wan ewqas sûc tên kirin û bi ser de jî dibêjin `Efrîn aram e bila Efrînî vegerên bajarê xwe`. Gelo çi damarê Kurdbûnê di ENKS’ê de heye? Ma mirov dikare ji wan re bibêje Kurd in, gelo bi van kesan yekîtiya Kurdan çêdibe?."

‘KURD LI SER HÎMÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK XWE BI RÊXISTIN BIKIN’

Gulê Mihemmed di axaftina xwe de diyar kir ku divê Kurd li dijî hêzên hegemon yekîtiya xwe ava bikin û wiha berdewam kir” Dewletên hegemon li ser destkeftiyên Kurdistanê bi destê dewleta Tirk û hevkarên wê qirkirneke berfire û faşîzmê dimeşîne da ku Kurd di vê sedsalê de nebin xwedî serkeftin û destkeftî. Divê Kurd li dijî vê faşîzmê li ser hîmê Neteweya Demokratîk yekîtiya xwe ava bikin da ku di vê sedsalê de bikarin azadiya xwe misoger bikin."

Gulê Mihemed di dawiyê de bal kişand ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê û got:" Em ê xwe bi rêxistin bikin û û têkoşîna xwe xurtir bikin da ku em zilma dewleta Tirk têk bibin û faşîzma wê hilweşînin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ryDpUpBOrXQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>