Rejîma Îranê baregehên PDK-Îran li Balekayetî û Biradost bombe kirin

Balefirên bê mirov yên rejima Îranê baregehên PDK-Îran yên li ser sînorê Balekayetî û Biradost yên ser bi parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ve, bombebaran kirin.

Rejîma Îranê baregehên PDK-Îran li Balekayetî û Biradost bombe kirin
9 îlon, 2021   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, vê sibehê di saet 06:30’an de balefirên bê mirov ên rejima Îranê baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê(PDK-Îran) yên li bilindahiya Alane ya li devera Balekayetî û Berbizin ên li herêma Biradostê bombebaran kirin.

Piştî pênc salan ev cara yekem e ku rejima Îranê di êrişan de balefiran bi kar tîne.

Li gorî zanyariyan tu wendahiyên canî çênebûne, lê ziyanek mezin a madî bi cihên hatine bombebarankirin, bûye.

Hat gotin hemwextê vê êrişê rejima Îranê bi balefirên bê mirov derdora gundê Dêge û gundê Şêrkaweyan ên ser bi bajaroka Simêlan a Çomanê jî bombebaran kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh fermandarên hêzên bejahî yên Pasdarên Îranê Mihemed Teqî Osanlo gefa lêxistina “terorîstên” li Başûrê Kurdistanê xwaribû û gotibû: “Divê komên terorîst ji herêma bakurê Iraqê bên qewitandin.”

(cx)