​​​​​​​Rêber Abdullah Ocalan li ser xweparastinê çi dibêje?

​​​​​​​Rêber Abdullah Ocalan li ser xweparastinê çi dibêje?
9 îlon, 2021   00:40

Di cîhana zindî û ruhberan de her cure û celeb li gorî xwe xwedî sîstemeke parastinê ne. Cureyekî bi tenê yê zindiyan tineye ku bêparastin be. Heta mirov dikare li gerdûnê berxwedana her elementî û her perçikî ji bo parastina hebûna wî weke xweparastinê şîrove bike.

Berxwedana li dijî deformebûn û derketina ji xwebûnê eşkere bi têgînên xweparastinê tê îfadekirin. Kengî ev berxwedan têk biçe, ew element an perçik berepaş diçe, ji xwebûnê derdikeve, vediguhere hêmaneke din. Di cîhana zindiyan de kengî berxwedana xweparastinê bişkê, hingê ew zindî yan ji bo zindiyên din dibe xwarin an jî dimire.

Heman sîstem ji bo civak û cinsê mirov bi zêdehî di cih de ye. Cureyekî narîn mîna mirov û civaka wî hebûnên li tehlûkeyan vekirî xweparastineke wan a bi hêz nebe nikarin hebûna xwe demeke dirêj li ser piyan bigirin. Li cem cinsê mirov parastin bi qasî ku biyolojîk e, ewqasî jî civakî ye.

Parastina biyolojîk li cem her hebûna zindî ji aliyê xerîzeyên parastinê ve tê pêkanîn. Parastina civakî jî bi hevpariyeke tevahiya ferdên komê tê bi cih anîn. Heta li gorî derfetên parastinê hejmara komê û şêweyê rêxistiniya wê timî diguhere. Parastin yek ji fonksiyona bingîn ê komê ye ku dimeşîne. Jiyan bêyî parastinê ti carî nameşe.

Çawa ku tê zanîn du fonksiyonên din ên bingehîn xwexwedîkirin û xwezêdekirin e. Çawa ku xwexwedîkirin û xwezêdekirin nebe zindî û ruhber nikarin jiyana xwe dewam bikin, bêyî xweparastinê jî nikarin jiyana xwe dewam bikin.

Encameke din a girîng ku mirov dikare ji cîhana xweparastinê ya zindiyan bigire ew e, ev xweparastin bi tenê ji bo parastina hebûnê ye. Li ser cureyên xwe, heta li ser hebûna cureyên din sîstemên mêtinkarî û serdestiyê ava nake. Cara pêşî li cem cureyê mirov sîstemên serdestî û mêtinkariyê pêk hatine.

XWEPARASTIN MIJAREKE PÎROZ E

Xweparastin, polîtîka ewlekariyê ya civaka exlaqî û polîtîk e. Ya rastî, civaka nikaribe xwe biparêze ‎wesfê wê yê civaka exlaq û polîtîk maneya xwe ji dest dide. Civak di rewşeke bi vî rengî de yan bûye ‎mêtingeh, heliyaye dirize; yan jî li ber xwe dide, dixwaze ji nû ve rengê xwe yê exlaqî û polîtîk bigire û ‎fonksiyonel bike. Xweparastin navê vê pêvajoyê ye. Civaka di xwebûnê de israr dike, her cure ‎mêtinkarî û hewcedarkirina yekalî red dike, bi tenê bi sazî û derfetên xweparastinê dikare vê helwesta ‎xwe pêşve bibe. Xweparastin bi tenê li dijî tehlûkeyên ji derve tê pêk nayê. Di avahiyên hundir ên ‎civakê de jî her tim nakokî û tengezarî mumkîne pêk bê. Divê mirov ji bîr neke ku civakên dîrokî ‎demeke dirêj bi çîn û desthilatdar bûn, ji lewra wê hêzên demeke dirêj bixwazin van xisletên xwe ‎biparêzin hebin. Hêzên em behsa wan dikin, ji bo hebûna xwe biparêzin wê bi hêza xwe hemûyî li ber ‎xwe bidin. Ji lewra xweparastin weke daxwazeke civakî ya belav wê dema dirêj di rojeva civakê de ‎cihekî girîng bigire. Hêza biryarê bi hêza xweparastinê re bi hêz nebe bi hêsanî divê neyê meşandin.‎

Pêdiviya her zindî û ruhberekî bi sê xwestekên sereke hene; xwarin, parastin û zêdekirin. Heta ruhberên rihê wan tune û sîstema wan a parastinê heye. Dema em atomê analîze bike, hûn ê bibin ev tevahî xisûs tê de hene, ji lew re ez careke din dibêjim, girîngî bi hebûna xweparastinê heye, her zindiyeke pêdiviya xwe bi xwarin, parastin û zêdekirinê heye. Ev şeretekî zanistî ye. Zanist jî wê yekê isbat dike, ji lew re ez vê yekê dibêjim.

Di parêznameya min a ji 125 rûpelan pêk tê min bi bîr xistiye. Ez li ser taoriya gulê diaxivim. Ez bi gulê fikirîm, gul strêyan çêdike da ku xwe biparêze. Gul û çi giyayek din be parastina xwe dike. Bi nêrîna li xwezayê têrê dike ku mirov girîngiyê xweparastinê bizanibe. Ma mafê di parastinê de bi qasî yê gulê tune ye? Xweparastinê tiştekî pîroz e. Tê bîra min dema ez biçûk bû, mirovekî temenmezin li gundê me hebû û digot; "Em ji kalbûnê hişk bûne", min got; "Çawa dibe? Dar dikare kevir bikole û damarên xwe berde û bijî, ma em nikarin wisa bikin?. Di daxwaznameyên xwe de min bi kûrahî li ser mijara xweparastinê axiviye.

Di PKK’ê ciwan û temenmezin hen, ew jî mezin bûne û ji berê bi hêztir bûne. Dewleta Tirk jî azarên bêkarî û birçîbûnê dikişîne û ev di nebûna çareseriyê de xeterek e û ger pirsgirêk neyên çareserkirin, divê hûn xwe biparêzin, û çareseriyên xwe yên taybet bibînin. Ez nabêjim ku yekane rê li vir şer e. Dibe ku çareseriyên din hebin û ew ê biryarê bidin. Divê em vê yekê fêm bikin û min berê jî got ger PKK’ê bi xwe biryaran nede, çareseriyên xwe pêşve nexe, li hember tasfiyeyê li ber xwe nede û xwe neparêze, wê gavê ez dibêjim ku PKK’ê partiyeke normal û besît e.

XWEPARASTIN MAFEKÎ GERDÛNÎ YE

Dibe ku em ber bi qonaxa rûbirûbûna du alî ve biçin. Ger mîna vê vînê derket holê, KCK’ê dikare li gorî wê tev bigere, lê ez vê jî dibêjim: "Kes dê stûyê xwe bixwe dirêj neke û li benda serjêkirinê bimîne." Divê mafê parastina cewherî were girtin û ev mafek gerdûnî ye.

Da ku tu bijî; Divê tu xwe biparêzî û her zindiyek divê xwe biparêze. Ev ji bo hemû ajal û nebatan jî derbasdar e. Min berê jî qala wê kiribû, min qala 'teoriya gulê' kir, gul xwe bi strêyên xwe diparêze, divê em vê yekê bizanibin û dema ku ev bi mafên mirovan, bi rêyên aborî û dîplomatîk were kirin, dê rêveberiya xweser a demokratîk li ser çar bingehîn sereke pêk were, ew jî xweparastin, qanûn, aborî û dîplomasî ye.

Di danûstandinên dawî de, min qala qonaxên şoreşê kirin, ji ber vê yekê ez qala wan qonaxan dikim. Gava ku qonaxên şoreşê dest pê dikin, ew ji kontrolê derdikeve, kes nikare wê kontrol bike û niha xetereyek wisa li Tirkiyê jî heye? Erê li wir.

Mînakî, gava ku ez li tiştên paşîn mêze dikim, ger bi ya min bûya, ez ê neçûm cihên ku dişibihe keleh û cîhên bi teknolojiyên pêşkeftî û ne jî min ew hemû windahî didan. Min ê xwe bisparata rêbazekî cuda.. Ger ez li derveyî welêt bûma, ez ê biçûma deverên mîna Cûdî û çalakiyên hilberîner bikirana. Dibe ku xeternak be, lê serketineke mezin dikare were bidestxistin. An ez ê serketineke tam bi dest bixim an jî ez ê bi tevahî bi dawî bûma! Divê mijar şaş neyê fêmkirin; Ez ji tu kesî daxwaz nakim ku şer mezin bike, berfireh bike. Ez ji nêrînekê diaxivim, hewl didim xeteriyê destnîşan bikim.

Pêşketinên dawî îhtîmala ketina qonaxeke nû ya rûbirûbûnê nîşan dide û ger KCK’ê biryara domandina şer bide, divê "şerekî şoreşgerî" be û şerê şoreşgerî xwedî metod, form û hunerên taybet e. Ger hûn ê biçin şer, divê hûn careke din polîsekî an du kesan nekujin û birevin, çend fîşekan li hin qereqolan bidin. Ev şêwazê şerê şoreşgerî nîne. Bo nimûne, şerê şoreşgerî ew e ku bi hezaran û deh hezaran şêniyên Culemêrgê ayn jî Amedê bi we re bin û  bi hev re tê bikoşin. Da ku hûn xwe wekî toreykê li her derê birêxistin bikin û bibin serdest û li ser bingeha vê kontrolê şerekî rêxistinî tê meşandin.

Ez ji Qendîlê re dibêjim: Ger dewlet li hember we derket, divê hûn xwe biparêzin û heya ku êriş neyê serê we, divê hûn her tim di rewşa xweparastinê de bin. Ne ku hemî leşker her dem di heman pozîsyonê de ne, dibe ku hin bixwazin êrş bikin û yên din jî nexwazin, divê hûn li hember leşkerên ku şer naxwazin û li hember wan tiştek nakin hişyar bin, lê xwe biparêzin, mafên tolhildanê bikar bînin, û heke hin hatin girtin KCK’ê dikare mafên xwe yên tolhildanê pêk bîne û ew jî dikare bigire.

(fr)