​​​​​​​‎ ‛Ger em parastina xwe xurt nekin, em ê werin qirkirin’ ‎

Endam û rêveberên HPC’ê diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî qonaxên girîng ‎in, her wiha destnîşan kir ku parastin erka her ferdekî/ê civakê ye.‎

​​​​​​​‎ ‛Ger em parastina xwe xurt nekin, em ê werin qirkirin’ ‎
8 îlon, 2021   23:38
QAMIŞLO- EHMED SEMÎR

Tecrubeyên gel îsbat kir vîna wan dîktator û dagirker bi hemû artêş û teknîkên xwe yên pêşketî têk birin, ew yek jî bi rêya şerê gel û berxwedana li dijî zihniyeta desthatdar pêk tê.

Mînakên zindî der barê têkbirina gelek dîktatoriyan de, piştî berxwedana gel li hember wan, hene. Lê ev berxwedan ji valatiyê nehatiye, ji ber yek ji taybetmendî û bingehên vê berxwedanê ‎rêxistinbûn û avakirina bingeha gel e.‎

Tecrubeya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana Şêxmeqsûdê mînakên herî berbiçav ên vê berxwedanê ne.

Hêzên Parastina Civakî (HPC), ku di sala 2015'an de hate demazrandin û bi fermî hate ragihandin, ‎yek ji stûnên xweparastinê ji civakê re ye. Bi gaveke piçûk li Qamişlo dest pê kir û piştre li hemû ‎herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû.‎

'PARASTIN JI BO BERDEWAMA JIYANÊ ŞERTEKÎ BINGEHÎN E'

/kr/uploads/files/2021/09/08/191817_zerdest.webp

Der barê girîngiya parastinê de, endamekî HPC’ê, Zerdeşt Mûsa ji ajansa me ‎re wiha got: "Li gel her ruhberekî taybetmendiyên xweparastinê hene û ji bo ‎berdewama jiyanê parastin şertekî bingehîn e."‎

Mûsa wiha domand: "Parastin ji bo birêxistina civakê û têkoşînê ye ku parastina xwe di tevahî aliyan de bikin. Ev yek jî bi rêya rêxistina leşkerî û parastina tevahî nirxan tê kirin. Ji ber rejîmên desthilat hewl didin gelan qir bikin, civakê ji naverok û cewherê wê vala bikin."

Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê "Parastina Kurd di nava Pencên qirkirina çandî de" wiha dibêje: "Pêwîst e em ji qirkirinên ku her cure qirkirinan ‎hildigirin nava xwe hişyar bin. Ez li vir tenê qala tunekirina fîzîkî ‎nakim, lê ez qala tunekirina çandî û her cureyên tunekirinên din dikim."‎

‎' PARASTIN... ERKEKÎ EXLAQÎ YE '

‎Parastin erkekî exlaqî ye, "Ev peywirekE exlaqî ye", Bi vê hevokê Mûsa axaftina xwe dom kir û got:" ‎Parastin erka her endamekî civakê ye, ji ber vê yekê divê her mal û tax li hember planên ‎dijminan û şerê wan bibe mertalek."‎

Mûsa destnîşan kir ku pêwîst e civak di vê qonaxa ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên ‎Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêbazên cûrbecûr ên şer dimeşîne de hişyar bin. ‎

' TESLÎMKARÎ AN BERXWEDAN '‎

Mûsa wiha dom kir: "Bê parastin, qirkirina fîzîkî, çandî û civakî wê bibe para civakê, lê   berxwedan tê wateya berdewamiya jiyanê."‎

‎' MISOGERIYA SERKEFTINÊ '

/kr/uploads/files/2021/09/08/191754_fatmia.webp

Fatime Mihemed, yek ji rêveberên Hêzên Parastina Civakî yên Jin, bal kişand ser rola ‎pêşeng a ciwanan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bo misogerkirina serkeftinê û got: ‎‎"Pêşxistina rêxistina jinên azad û bilindkirina asta berxwedana ciwanan, yek ji erkên sereke ‎yên jin û ciwanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Vîna jina azad û ciwanan rêya tekane ku ‎bandorên neyinî yên şerê taybet ji holê rake. "‎

Fatime Mihemed bal kişand ser şoreşa ‎Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku tê de jinan roleke berçav di hemû astan de lîstine.

Fatime destnîşan kir ku piştî rola bandorker a ku jinan di têkbirina çeteyên DAIŞ'ê de lîstin, ‎dijminên gelên herêmê yên bi pêşengiya dewleta Tirk, êdî ji hêza jinê ‎ditirsin.‎

Berxwedana Şêxmeqsûd di dîroka şerê Sûriyê de cihekî wê yê taybet heye, ji ber ku tax rastî êrişên ‎hem hikumeta Şamê hem jî çeteyên artêşa Tirk a dagirker di nava 5 salan de hat. Ev êriş di sala 2012'an ‎de dest pê kir û heya rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê di sala 2017'an de dom kir.‎

Der barê vê berxwedanê de, Fatime got: "Tevî ku tax ji aliyê çeteyan ve hatibû dorpêçkirin, ‎lê  şervanên YPG, YPJ û gelê Şêxmeqsûd tevî dijwariya peydakirina xwarin û pêdiviyên ‎çekan di hundir taxê de li ber xwe dan."‎

Fatime destnîşan kir ku gel bingeha berxwedana taxa Şêxmeqsûd e û wiha got: "Dayikan ‎xwarin ji şervanan re amade dikirin, ji aliyekî din ve jî alîkariya rizgarkirin û dermankirina ‎birîndaran dikirin, lewma berxwedan li wir bi ser ket."‎

Fatime bang li gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku tecrubeya şêxmeqsûd ji xwe re bikin ‎mînak ji bo berxwedan û tekoşîna li dijî artêşa Tirk û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di vê qonaxê de, divê em ‎şerê gelê şoreşgerî bikin, eger gel beşdar nebe wê şoreş bisernekeve."‎

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p5jx1mqlY_s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>