Bi meşeke meşaleyî ciwanan xiyaneta PDK`ê şermezar kir

Bi wesîleya şermezarkirina xiyaneta PDK`ê ku komeke gerîla hedef girt û 7 gerîla şehîd xistin, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê meşeke meşaleyî li dar xist.

Bi meşeke meşaleyî ciwanan xiyaneta PDK`ê şermezar kir
Bi meşeke meşaleyî ciwanan xiyaneta PDK`ê şermezar kir
Bi meşeke meşaleyî ciwanan xiyaneta PDK`ê şermezar kir
Bi meşeke meşaleyî ciwanan xiyaneta PDK`ê şermezar kir
Bi meşeke meşaleyî ciwanan xiyaneta PDK`ê şermezar kir
Bi meşeke meşaleyî ciwanan xiyaneta PDK`ê şermezar kir
8 îlon, 2021   18:39
KOBANÊ

Bi beşdariya bi dehan ciwanan meş ji girê Miştenûrê ber bi kolanên bajêr ve çû. Ciwanan pankartên"Kujerên şehîdên çiyayê Zendora Barzanî ye" rakirin û ber bi qada Jina Azad a bajarê Kobanê ve çûn.

Li qada Jina Azad endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Îbrahîm Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya Ciwanên Şoreşger de ev hate gotin: "Em êrişên dawî yên ku PDK`ê li dijî gerîlayan pêk anîn û di encamê de 7 gerîla şehîd bûn, şermezar dikin. Di heman demê de em soza berdewamkirina têkoşînê û piştgiriya berxwedana gerîla didin. Her wiha em ê li dijî her kesên ku dijbertiya Tevgera Azadiya Kurdistanê û hêzên parastina gelê Kurd dikin, bisekinin.

Di dawiyê de em bang li tevahî ciwanan dikin ku asta têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk û alîgirên wê, bilind bikin."

(eh)

ANHA