Meclisa Jinên Sûriyê şahiyek bi boneya salvegera xwe ya 4’emîn li dar xist

Meclisa Jinên Sûriyê bi boneya salvegera 4’emîn a damezrandina xwe şahiyek li Bexçeyê Dirîm Land a li bajarê Qamişlo li dar xist.

Meclisa Jinên Sûriyê şahiyek bi boneya salvegera xwe ya 4’emîn li dar xist
8 îlon, 2021   18:15
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 4`emîn a damezrandina Meclisa Jinên Sûriyê, şahiyek li Bexçeyê Dirîm Land a li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Endamên rêxistin û saziyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nivîsgehên jin ên partiyên siyasî û endamên TEV-DEM’ê di şahiyê de amade bûn.

Di şahiyê de Koordînatora Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat axivî û bixêrhatina mêvanan kir û diyar kir ku bi fedekariya bi hezaran jinan Meclisa Jinên Sûriyê geş bû û got: “Di meclisê de jinan ji bo geşkirina aştiyê û biratiyê, her wiha ji bo rawestandina şer kar û xebat kir. Jinan bi rêya meclisê beşdarî qada siyasî bûn û li ser çareseriyên pêşeroja Sûriyê xebitîn.”

Şahî bi dengê koma `Beyt Elesîl` ya Tebqayê, hunermend Danîş Botan û Nesrîn Botan her wiha bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

Meclisa Jinên Sûriyê 2017’an li Minbicê di konferansa damezrîner de bi diruşma "Jina birêxistinkirî bingeha avabûna Sûriyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî ye" hat damezrandin. Meclis beşdarî çalakiyên herêmî yên li ser asta Sûriyê û navneteweyî dibe da ku dengê jinên sûrî, azar û xwestekên wan bigihîne qadên cîhanê.

(sb)

ANHA