Pêşangehek nîgarên zarokan li Helebê hat vekirin

Platforma Çandê ya Helebê li taxê Şêxmeqsud pêşangehek ji nîgarên zarokan re vekir.

Pêşangehek nîgarên zarokan li Helebê hat vekirin
8 îlon, 2021   11:53
HELEB

Pêşangeh li holê civînan a girêdayî Meclisa Sûriye Demokratîk hate vekirin. Her wiha nûnerên Kongreya Star, meclisa giştî ya taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê, Tevgera Ciwanên Şereşger ên Sûriye, dayik û malbatên zarokan tev li pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de derdora 32 nîgarên ku 24 zarokan çêkirine, hatin pêşandan.

Yek ji Rêveberiyê Platforma Çandî ya Helebê Ehmed Bîrhat axivî û beşdarbûna tevahî zarokan di pêşangehê de pîroz kir.

Di dawiya pêşangehê de xelat ji aliyê rêveberiyên platformê li ser zarokên ku beşdarî pêşangehê bûn, hat belavkirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Z1tr6R8voZg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>