Meclisa Jinan a Sûriyê bi boneya salvegera damezirandina xwe dauyaniyek da

Meclisa Jinan a Sûriyê di salvegera damezirandina xwe ya 4’emîn de daxuyaniyek da û soz da ku ew ê xebatên xwe berdewam bikin da ku hêviyên jinên Sûriyê û cîhanê pêk bînin.

Meclisa Jinan a Sûriyê bi boneya salvegera damezirandina xwe dauyaniyek da
8 îlon, 2021   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 4`emîn a damezirandina Meclisa Jinan a Sûriyê ye ku 8`ê Îlona 2017`an li Minbicê hatibû damezirandin.

Bi vê boneyê, Meclisa Jinan a Sûriyê daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

 “Wekî îro sala 2017`an li bajarê Minbicê bi amadebûna zêdetirî 224 jinên ji hemû bajarên Sûriyê û ji hemû pêkhateyên Sûriyê, Meclisa Jinan a Sûriyê hate damezirandin. Têkoşîn û fedakariyên bi hezaran jinan bi damezirandina vê meclisê tacîdar bû. Di vê meclisê de jinan ji bo xurtkirina aştiya navxweyî û bi taybetî li herêmên koçberiyê û ji bo rawestandina şer kar dikir. Her wiha beşdarî qada siyasî bûn da ku çareseriyeke siyasî ji bo pêşeroja Sûriyê peyda bike.

Meclisa Jinan a Sûriyê karîbû ji bo hemû jinên Sûriyê bibe cihê baweriyê. Her wiha beşdarî çalakiyên herêmî yên berfireh li Sûriyê bû û beşdarî aktîvîteyên navneteweyî û herêmî bû da ku dengê jinên Sûriyê, azar û xwestekên wan bigihîne qadên navneteweyî. Her wiha meclis beşdarî nîqaşên têkildarî çareseriya siyasî li Sûriyê bû.

Pêkanîna aştiyê li Sûriyê, bêyî beşdariya hemû jinên Sûriyê ne pêkan e.”

‘EM FEDAKARIYÊN JINAN PÎROZ DIBÎNIN’

Di daxuyaniyê de îşaret bi fedakariyên ku jinên Sûriyê di şerê li dijî terora DAIŞ`ê de dane, hate kirin û wiha hate gotin: “Em soz didin ku em ê rêwîtiya xwe dewam bikin da ku em hêviyên jinên li Sûriyê û cîhanê pên bînin. Em ê her tim ji bo van xalan kar bikin:

- Piştgirîdayîna jinên Sûriyê da ku beşdarî xebatên aştiyê li Sûriyê bibin.

- Em ê bi awayekî rast rê li pêşiya jinên aktîf li Sûriyê vekin da ku beşdarî xebatên aştiyê bibin û nêrînên xwe yên ji bo pêşeroja Sûriyê pêşkêş bikin.

- Em ê ji bo piştgirîdayîna rêxistinên jinan ên li herêmên cuda yên Sûriyê kar dikin, bixebitin, bi taybetî yên li herêmên koçberan. Her wiha em rê bidin wan ku xizmetên xwe li gorî pêdiviyên ku pêwîst dibînin û ji bo her kesî guncaw dibîne, pêşkêş bikin.

- Em ê banga xurtkirina tedbîrên qanûnî yên navneteweyî bikin yên ku jinan ji tundiyê û binpêkirinên cuda diparêzin, da ku em rê ji jinan re vekin ku bêyî tirsa siyasî, qanûnî, fîzîkî û civakî, cihê xwe di qadên civakî û siyasî de bigire.”

(cx)

ANHA