​​​​​​​Li Yemenê şerekî dijwar rû da 

Li bajarê Maribê yê li bakurê Yemenê di navbera hêzên artêşa hikumeta Yemenê û koma Ensarellah El-Hûsî de şerekî dijwar rûda.

​​​​​​​Li Yemenê şerekî dijwar rû da 
8 îlon, 2021   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke leşkerî ji AFP`ê re ragihand ku di encama şer de, zêdetirî 60 endamên Hûsiyan di êrişên asmanî de hatin kuştin. Her wiha 18 endamên hêzên hikumetê jî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Çavkaniyekî diyar kir ku Hûsiyan hewl da bajarê Maribê kontrol bikin û duh êrişên hemwext pêk anîn lê hêzên alîgirên hikumeta Yemenê jî bersiv da êrişan.

 (dx)