​​​​​​​ENKS'ê çi ji kurdên Efrînê re çi pêşkêş kir, heta banga vegera wan dike

Endamê rêveber ê Komîteya Koçerên ji Şehbayê li Minbicê Ebdulhenan Hisên got, gelo ENKS’ê çi garantî ji koçberên Efrînê re pêk anîne heke koçber vegerin? Ma heta niha ENKS’ê parastina şêniyên resen ên li Efrînê kiriye?

​​​​​​​ENKS'ê çi ji kurdên Efrînê re çi pêşkêş kir, heta banga vegera wan dike
2 îlon, 2021   01:50
MINBIC

Ji 18'ê Adara 2018'an ve dema ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kiriye, sûcên revandin û qetilkirina şêniyan bi hincet û bihaneyên derew zêde berdewam in, li gel wê jî kiryarên tirkkirinê, koçberkirina şêniyên resen ji malên xwe ku malbatên çeteyan tê de bi cih bibin didomin.

ENKS 'ê di demên dawî de, bi rêyê daxuyaniyên derew koçberan teşwîq dike ku ‎vegerin Efrîn û sûcên qetilkirin û revandinê ku rojane li herêmê pêk tên, înkar dike.‎

Çavdêran diyar kir ku ENKS'ê hewl dide bi van îdiayan sûcên dewleta Tirk li Efrînê ji ‎kuştin, revandin, destdirêjî, dizîna mal û milkên şêniyan û guhartina demografîk ‎veşêre û dagirkeriya Tirk li herêmê rewa bike.

‎/kr/uploads/files/2021/09/01/202349_-.webp

Têkildarî wê, cîgira Hevseroka Meclisa Rêvebir a Minbicê Şehrîban Çawîş ji ajansa me re axivî û wiha got: "Di van demên dawî de li Efrînê sûcên revandina sivîlan zêde bûne. Armanca vê yekê ew e ku zextê li koçberan bikin ku koçber bibin, piştre mal û milkên wan desteser bikin û pê  bazirganiyê bikin."‎

Şehrîban Çawîş diyar kir ku ev sûcên kuştin, revandin û îşkence bi armanca ‎guhartina demografîk û koçberkirina şêniyên Efrînê yên resen ji taybetmendiyên dewleta Tirk ‎e.‎

Şehrîban Çawîş wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê yên li dijî ‎sivîlan, bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk, şermezar dikin."

‎/kr/uploads/files/2021/09/01/202424_-.webp

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Komîteya Koçberên ji Şehbayê li Minbicê Ebdulhenan Hisên axivî û got: "ENKS'ê bang li şêniyên Efrînê yên ji ber sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê koçber bûne re dike û dibêje vegerin. Gelo çi garantî hene heta ku ji şêniyan daxwaza vegerê dike? Ma heta niha ENKS’ê parastina şêniyên resen ên li Efrînê kiriye?"

Hisên wiha li axaftina xwe zêde kir ku ew bi rêya dezgehên ‎çapmaniyê û têkiliyên bi şêniyên li Efrînê re sûcên ku li Efrînê diqewime dizanin. Her wiha rojane li Efrînê kuştin û ‎revandin ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wan ve hene û eger şêniyên Efrînê vegerin ‎ewlehî û hêmanên jiyanê tune ne.‎

Ebdulhenan Hisên destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk siyaseta tirkkirinê li herêmê ‎dimeşîne, şêniyên Efrînê yên resen koçber dike û malbatên çeteyan li şûna wan bi ‎cih dike.‎

Dewleta Tirk tevî hemû komên çeteyan ên girêdayî wê di destpêka sala 2018'an de bajarê ‎Efrîn û gundewarên wê dagir kirin û ji wê demê ve hemû cûreyên sûcan li dijî ‎sivîlan pêk tînin. ‎

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/h8jbOkh6gYg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>