Hêzên hikumeta Şamê 12 welatiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser bendên kontrolê girtin

Hêzên ewlehiya dewletê yên girêdayî hikumeta Şamê li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bendên xwe yên kontrol xurt kirin û 12 welatî girtin, di nav de jin jî hene.

Hêzên hikumeta Şamê 12 welatiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser bendên kontrolê girtin
1 îlon, 2021   20:03
HELEB

Çavkaniyan ji Helebê ragihand ku hêzên "Ewlehiya dewletê" yên girêdayî hikumeta Şamê îro li 3 bendên kontrolê yên li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hêzên xwe xurt kirin.

Bendên hêzên hikumeta Şamê ev in; benda Mizgefta Selahdîn, benda Mexslet Cizîrê û benda El-Eward. Hikumeta Şamê hêzên xwe li wan bendan bi cih kirin û zêde kirin, her wiha satir li derdora bendaên xwe yên li Eşrefiyê bilind kirin. Bi wê re bendên xwe yên kontrol tund kirin û 12 welatî girtin di nav de jî jin hene û ber bi cihekî nediyar ve birin.

(eh)

ANHA