6`emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan li Rimêlan dest pê kir

Bi dirûşma “Aştî bi xemla zarokan bedew dibe” îro 6`emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir. Gelek komên hunerî yên ji bajar, navçeya û bajarokên kantona Qamişloyê tev li mîhrîcanê bûne.

6`emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan li Rimêlan dest pê kir
6`emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan li Rimêlan dest pê kir
6`emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan li Rimêlan dest pê kir
6`emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan li Rimêlan dest pê kir
1 îlon, 2021   17:10
QAMIŞLO

Ev mîhrîcan bi sponseriya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk û Tevgera Kevana Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de bi sedan zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan kom bûn ku mîhrîcanê tê de li dar ketiye.

Li gorî Komîteya Çavdêr a mîhrîcanê, ev mîhrîcan wek diyarî ji bo zarokên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, rêber Abdullah Ocalan û hemû gelên azadîxwaz tê li darxistin.

Di roja yekemîn de Koma Orkêstra ya Qamişloyê, Koma Hûrî ya mûzîkê ya Amûdê, Koma Şehîd Nalîn a Govendê ya herêma Koçerat, Zarokên Sarya Baran a Şanoyê ya Qamişloyê, Çiyayê Qamişlo ya govendê ya Til Hemîsê, Koma Şehîd Serhed a Mûzîkê ya ji Rimêlanê, Koma Şehîd Yekta ya Rimêlanê û Koma Kulîlkên Rojava ya Mûzîkê ya Qamişloyê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Tê payîn ku mîhrîcan 3 rojan berdewam bike.

(şx)

ANHA