Li Hesekê mîhrîcana 6`emîn a zarokan dest pê kir

Bi dirûşmeya "Aştî bi xemla zarokan bedew dibe" îro bi beşdariya 19 komên cuda mîhrîcana zarokan li kantona Hesekê dest pê kir.

Li Hesekê mîhrîcana 6`emîn a zarokan dest pê kir
Li Hesekê mîhrîcana 6`emîn a zarokan dest pê kir
Li Hesekê mîhrîcana 6`emîn a zarokan dest pê kir
Li Hesekê mîhrîcana 6`emîn a zarokan dest pê kir
Li Hesekê mîhrîcana 6`emîn a zarokan dest pê kir
Li Hesekê mîhrîcana 6`emîn a zarokan dest pê kir
1 îlon, 2021   17:05
HESEKÊ

Hîlala Zêrîn bi hevkariya bi Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya Hesekê di Roja Aştiyê ya Cîhanê de mîhrîcan li dar xist. Armanca mîhrîcanê ew ku zarok were birêxistinkirin, behreyên wan were eşkerekirin, piştevaniya wan were kirin û teşwîqkirin.

Mîhrîcana 6`emîn a zarokan li hola Silko ya li taxa Xişman bi beşdariya bi sedan zarok û malbatên wan, endamên navendan û saziyên sivîl hate lidarxistin.

19 komên govend, stran, muzîk, şano û helbestê beşdarî mîhrîcanê bûn, her wiha di mîhrîcanê de karên destan û wênexêziyên zarokan û neht jî hatin pêşkêşkirin.

/ar/uploads/files/2021/09/01/160548_afaf-hsky-28large29.webp

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre endama Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê Evîn Efrîn axivî û destpêkirina mîhrîcana 6`emîn a zarokan pîroz kir û got: "Em Roja Aştiyê ya Cîhanê li zarokên xwe û zarokên cîhanê tevahî pîroz dikin."

Endama rêveber a Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Kantona Hesekê Efaf Hesekê jî axivî û destnîşan kir ku lidarxistina vê mîhrîcanê ji dagirkeriya Tirk re peyam e ku zarokên herêmê girêdayî çandên xwe ne û wiha dewam kir: "Îro jî bi saya berxwedana şehîdan û birîndaran em gihaştine vê qonaxê û bi saya zarokên xwe em hene."

Dûvre der barê perwerdeyên salane yên zarokên ku beşdarî mîhrîcanê bûne sinivîsyonek hate pêşandan û paşê  lîstokên zarokan jî hatin pêşkêşkirin.

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de 11 koman berhemên xwe pêşkêş  kirin û tê payîn ku sibe komên din hunerên xwe pêşkêş bikin.

(eh)

ANHA