Li Eyn Îsayê li dijî êrişên dagirkeriyê xwepêşandana girseyî

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên ji Girê Spî ya dagirkirî tevî hejmareke şêniyên herêmên Firat û Reqayê xwepêşandaneke girseyî li dar xist û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Li Eyn Îsayê li dijî êrişên dagirkeriyê xwepêşandana girseyî
1 îlon, 2021   11:38
EYN ÎSA

Xwepêşandanê ji Çerxerêya Şaredariyê ya Eyn Îsayê dest pê kir û ber bi baregeha Rûsyayê ya li rojhilatê navçeyê ve dewam kir. Xwepêşandêran wêneyên şehîdên komkuijya Sefawiyê, alên QSD û Kongreya Star û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Li pêş baregeha Rûsyayê, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û bêdengiya civata navneteweyî û bi taybetî bêdengiya Rûsyayê li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên li dijî şêniyên herêmê, şermezar kirin.

Mihemed Şahîn teqezî bi îradeya gelan di xweparastinê û parastina xaka de û têkbirina planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk de, kir. Şahîn bang li civata navneteweyî kir ku destwerdanê bike, êriş û gefên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmê rawestîne.

Hevserokê kampa koçberan a Girê Spî Mihemed El-Şêx bang li Rûsyayê û hikumeta Şamê kir ku li gorî peymanên hatine îmzekirin erkên xwe pêk bînin û derfetê nedin ku zêdetir koçberî li gundewarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku rojane têne topbarankirin, çêbe.

El-Şêx bang li civata navneteweyî kir ku dewleta Tirk ji xaka Sûriyê derxin da ku koçber li warê xwe vegerin.

Her wiha bi navê Rêveberiya Sivîl a Reqayê Fatma Îsa jî piştrast kir ku divê şênî li hember dewleta Tirk a dagirker destekê bidin berxwedana QSD`ê. Fatma Îsa di axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

(cx-bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5Q0_tKdJKfs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>