Şehîdên Komkujiya Pirsûsê li Kobanê hatin bibîranîn

Şehîdên Komkujiya Pirsûsê di salvegera 6'an de li Kobanê hatin bibîranîn.

Şehîdên Komkujiya Pirsûsê li Kobanê hatin bibîranîn
25 tîrmeh, 2021   14:31
KOBANÊ

Merasîma bîranînê ji aliyê Tevgera Komunîst a Şoreşger û Tevgera Jinên Komunîst ên Şoreşger a Herêma Firatê ve li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate lidarxistin. Bi dehan şênî beşdarî bîranînê bûn.

Ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin, piştre sinivîzyonek der barê şehîdan hate pêşandan. Paşê endamê Tevgera Komunîst a Şoreşger Erdal Cibo axivî û got,  sala 2015`an sala kişifkirina planên dewleta dagirker bû ku hewl dida dengê azadiyê qut bike.

Erdal Cibo ev xal li gotina xwe zêde kir: "Şoreşa Rojava rê li pêşiya gelê bindest vekir da ku li dijî zilmê serî hildin û dengên xwe bilind bikin, di  heman demê de mizgîniyeke mezin da gelê herêmê da ku ji fikirê şovînîst rizgar bibin."

Cibo destnîşan kir ku li her derê ku dengê azadiyê lê hebe dewleta Tirk hewl dide wî dengî qut bike û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk eşkere û zelal e, dixwaze gel di tariyê de bijî. Komkujiya Pirsûsê şahida ku dewleta Tirk fikirekî nû yê xwînmij hilgirtiye û dest bi komkujiyan li dijî kurdên li Bakurê Kurdistanê kiriye."

Di dawiyê de Koma Botan a girêdayî Navenda Baqî Xido stran pêşkêş kirin.

20'ê Tîrmeha 2015'an, li ber navenda Çandê ya Amara ya navçeya Pirsûsê ya Bakurê Kurdistanê êrişeke bombeyî li dijî kombûneke ciwanan pêk hat. Êriş dema ku ciwanan amadekarî dikirin ku derbasî Kobanê bibin da ku diyariyan pêşkêşî zarokan bikin, pêk hat û di encamê de 33 ciwan şehîd bûn.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9dfr8BiJmGo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>