Li Tunisê xwepêşandanên li dijî Tevgera Nehdayê berfireh dibin

Li Tunisê xwepêşandanên li dijî Tevgera Neda ya îxwanî berfireh dibin, xwepêşandêran êrişî avahiya tevgerê ya li parêzgeha Tozer kir.

Li Tunisê xwepêşandanên li dijî Tevgera Nehdayê berfireh dibin
25 tîrmeh, 2021   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandêrên tunisî bi ser navenda Partiya Nehda ya îxwanî ya li parêzgeha Tozer a başûrê rojavayê welat de girtin û banga bidawîkirina desthilata Tevgera Nehda û serokê parlamentoyê Raşîd Xenoşî kirin.

Piştî xwepêşandêr li qada Barodo kom bûn ku avahiya parlamentoya Tunisê li wir e, xwepêşandan hemû parêzgehên Tunisê belav bû û bang hilweşîna rejîma siyasî ya bi birêvebirina tevgera Nehda ya îxwanî kir.

Xwepêşandêran diruşmên" Xenoşî qatil e" û "Heta hilweşîna rejîmê em ê li kolanan bin" berz dan, her wiha xwepêşandêran tevgera Nehda bi têkbirina hêviyên ciwanan tawanbar kir.

Li gorî serjimariya peymangeha Tunisê ya Serjimariyan, rêjeya bêkariyê ji sedî 20 e.

Xwepêşandan ji parêzgeha Sose, Sefaqis li aliyê başûr, Kaf li aliyê bakur rojava belav bûn.

Hemwextî xwepêşandanan, desthilata paytexta Tunisê tevahî rêyên ber bi parlamentoyê ve girtin.

Parlamentera berê ya ji Partiya Banga Tunisê (Nîda Tunis) Fatme El-Mesdî ji tora Al-Ain a Nûçeyan re daxuyand, "Hêzên ewlehiyê nehişt ku xwepêşandêr çalakiyên xwe baş bi rêxistin bikin, ev yek nîşaneya dîktatoriya rêxistina îxwan e."

Xwepêşandanên bi banga hilweşandina desthilata îxwan di salvegera Cejna Komarê de hate lidarxistin.

Salvegera cejna komarê ku tunisî pîroz dikin di 25’ê Tîrmehê de ye ku bi wê re hêzên siyasî û aliyên xwepêşandan organîze kirine, xwestin ku balê bikişînin ser tevgera gel a bi banga hilweşîna hêzên siyasî yên ku ji 2011’an ve li ser desthilatê ne.

(fr)