Li Helebê amadekariyên Konferansa Yekitiya Êzidiyan a Efrînê

Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina konferansa 4'an a Yekitiiya Êzidiyan a Efrînê de civîneke berfireh li Helebê hate lidarxistin. Di civînê de endamên nû tev li yekitiyê bûn û hevserokatiya nû ya yekitiyê hate hilbijartin.

Li Helebê amadekariyên Konferansa Yekitiya Êzidiyan a Efrînê
25 tîrmeh, 2021   14:08
HELEB

Konferansa 4'emîn a Yekitiya Êzidiyên Efrînê dê 3'yê Tebaxê anku di salvegera 7'an a komkujiya Şengalê de li Şehbayê were lidarxistin. Di çarçoveya amadekariyên konferansê de, Mala Êzidiyan a Helebê civîneke berfireh li hola civînan a beşê rojava  yê taxa Şêxmeqsûdê li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/07/25/121755_saad-hsw.webp

Hevseroka Mala Êzidiyan a Helbê Gulê Xezal bi xêrhatina beşdaran kir. Piştre Hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Sûad Hiso axivî û bal kişand ser fermanên ku li dijî êzidiyan hatine kirin.

Sûad anî ziman ku pêwîste civaka êzidî xwe bi rêxistin bike da ku ferman li dijî wan dûbare nebin û got: "Ji destpêka ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, hemû olan, bi taybet êzidî cihê xwe di nava rêveberiyê de girtin ."

Piştre raporê xebata Mala Êzidiyan ji aliyê Gulê Xezal ve hate xwendin û beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Her wiha behsa pirsgirêk û astengiyan kir û têkildarî çareserkirinê pêşniyarên xwe anîn ziman.

/ar/uploads/files/2021/07/25/121812_kla-ghzal.webp

/ar/uploads/files/2021/07/25/121830_mstfa-nbw.webp

Piştre Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Mistefa Nebo rêziknameya Mala Êzidiyan xwend. Ji bo hilbijartina hevserokatiya Mala Êzidiyan û endamên komîteyên wê hilbijaritn pêk hat. Di encamê de Resûl Mûsa û Roşîn Mûsa wekî hevserokê Mala Êzidiyan a Helebê hatin hilbijartin. Her wiha 9 endamên nû tev li komîteyên "Çand û Huner, Lihevanîn, Şêx, Ragihandin, Ciwan, Jin, Perwerde û Diravî" bûn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j3beaS_k6Pw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>