HRE'yê li dagirkeran da: 5 dagirker hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn

HRE'yê li navçeya Şerayê çalakiyek li dijî dagirkeran li dar xist. Di çalakiyê de 5 dagirker hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

HRE'yê li dagirkeran da: 5 dagirker hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn
25 tîrmeh, 2021   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Şerayê çalakiyek li dijî dagirkeran pêk anîn û diyar kir ku ev çalakî ji bo bersivdayîna êrişên dagirkeran ên li dijî goristana Şehîdan a Efrînê pêk hat.

Daxuyaniya HRE'yê wiha ye:

"24'ê Tîrmehê, di navbera gundên Meryemînê û Mereskê de yên navçeya Şera, li hember seyareyek zirxî ya bi cureya kirpî çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de ev kîrpî hat ruxandin, 5 leşker hatin kuştin, 8 leşker jî birîndar bûn.

Ev çalakî ji bo bersivdayina pêkanînên dijî mirovahî ya dewleta Tirk a dagirker ku di Şehîdgeha Efrînê de pêk anî, hat lidarxistin."

ANHA