Cendermeyên Tirk li 2 ciwanan dan

Cendermeyên dewleta Tirk li du ciwanan dan û pereyên bi wan re dizîn.

Cendermeyên Tirk li 2 ciwanan dan
25 tîrmeh, 2021   13:22
HESEKÊ- BOTAN HISÊN

Ciwanekî ji Helebê û yek ji gundewarê Idlibê dema ku hewl dan derbasî Tirkiyê bibin, cendermeyên dewleta Tirk bi tundî li wan dan.

/ar/uploads/files/2021/07/25/115608_nadr-rzwqy.webp

Her du ciwan duh (24'ê Tîrmehê) dema ku xwestin derbasî Tirkiyê bibin, lê nêzî gundê Eradê yê 20 kîlometreyan dikeve rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê û li beramberî sînor e, ji aliyê cendermeyan ve lêdan xwarin.

Her du  ciwan bi destpêka aloziya Sûriyê re, ji hêzên hikumeta Şamê veqetiyan û koçberî bajarê Hesekê bûn.

/ar/uploads/files/2021/07/25/115532_abd-allh-alaysa.webp

Ciwanê bi navê Nadir Rezûq (28),  ji bajarê Helebê ye niha li navçeya Zirganê ye ji ajansa me re diyar kir ku wî hewl da ku derbasî dewleta Tirk bibe da ku biçe gel malbata xwe li Ewropayê, lê dema ku sînor bi xalê xwe derbas dikir artêşa Tirk ew girtin û lê dan.

Rezûq destnîşan kir ku cendermeyên Tirk bi hemû amûran lê dan û anî ziman ku ji ber lêdanê lingê wî yê rastê û destê çepê şikestin.

Rezûq her wiha diyar kir ku cendermayan ew kontrol kirin, belgeyên pê re qetandin û 200 hezar dolar jê dizîn.

Ciwanê bi navê Ebdullah El-Îsa 35 salî ji gundewarên Idlibê ye û li Zirganê dimîne, diyar kir ku dema ku bi biraziyê xwe Nadir re xwest derbasî Tirkiyê ji aliyê cendermeya Tirk ve rastî lêdanê hat. Her wiha Ebdullah diyar kir ku cendermeyan bi aweyek hov û nemirovahî li wan dan.

21'ê Tîrmehê jî, cendermaya li jinekê û ciwanekî dan. Ji ber lêdane giran ciwan birîndar bû, her wiha cendermeyan pereyên pêre û telefona wî ya destan dizîn.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hF1vo_Y8ADU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>