​​​​​​​Li Tebqayê têkildarî şerê avê panelek hat lidarxistin

Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê bi koordîneya Rêveberiya Bendava Firatê panelek bi navê "Şerê avê û pêşerojê Rojhilata Navîn" li dar xist.

20 hezîran, 2021   16:01
TEBQA

Di panela ku li hola civînan a avahiya Komîteya Aborî ya Tebqayê hate lidarxistin de, bi dehan şêniyên herêma Tebqayê di nav de endamên saziyên sivîl, leşkerî û olî amade bûn.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamên dîwana birêvebirina panelê hatin hilbijartin ku ji endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mensûr El-Selûm û rêveberê Bendava Firatê endizyar Ehmed Oso û cîgira hevserokatiya meclisa navçeya Tebqayê Nuha El-Şiêtî pêk tê.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mensûr El-Selûm îşaret pê kir ku dewleta Tirk aloziya li Sûriyê û Iraqê bi kar tîne û bi asta herkîna ava çemên Dicle û Firatê dilîze û got, dewleta Tirk bi vê yekê peymanên navneteweyî yên sala 1987'an bin pê dike.

El-Selûm bal kişand ser bandora qutkirina ava çemê Firatê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Kêmbûna rêjeya ava Firatê raste rast bandor li şêniyan kir, stasyonên ava vexwarinê û avdanê ji xizmetê derketin, saetên dayîna kehrebeyê kêm bûn, her wiha rêjeya qirêjiyê di ava çem de zêde bû."

Rêveberê Bendava Firatê Ehmed Oso jî çareseriyên lezgîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kêmbûna avê danîne bi bîr xistin û wiha dom da axaftina xwe: "Ji bo ku asta ava çem kêmtir nebe Rêveberiya Xweser çareserî danîne, ji wan saetên dayîna kehrebeyê kêm kir, cihên pompeyên avê yn ku ji ber kêmbûnê ziyan dîtine guhertin. Her wiha ji bo aş, nexweşxane, firne û qadên xizmetguzariyê xetên nû yên kehrebeyê ava kirine da ku ji xizmetê dernekevin."

Beşdaran jî li ser mijarê nêrînên xwe parve kirin, şerê taybet ku dewleta Tirk bi kar tîne, binpêkirina mafê jiyanê yê şeniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mirovî û hikumetên Sûriyê û Iraqê kirin ku zextê li Tirkiyê bikin, dosyaya avê radestî Neteweyên Yekbûyî bikin, her wiha dewleta Tirk neçar bikin ku li gorî peymanan tev bigire.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eEz0U5IsGyU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>